Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #94 Translated in Kurdish

إِلَّا الَّذِينَ يَصِلُونَ إِلَىٰ قَوْمٍ بَيْنَكُمْ وَبَيْنَهُمْ مِيثَاقٌ أَوْ جَاءُوكُمْ حَصِرَتْ صُدُورُهُمْ أَنْ يُقَاتِلُوكُمْ أَوْ يُقَاتِلُوا قَوْمَهُمْ ۚ وَلَوْ شَاءَ اللَّهُ لَسَلَّطَهُمْ عَلَيْكُمْ فَلَقَاتَلُوكُمْ ۚ فَإِنِ اعْتَزَلُوكُمْ فَلَمْ يُقَاتِلُوكُمْ وَأَلْقَوْا إِلَيْكُمُ السَّلَمَ فَمَا جَعَلَ اللَّهُ لَكُمْ عَلَيْهِمْ سَبِيلًا
Jî pêştirê wan kesên, ku xwe avêtine ber bextê wî komalê, ku di nîveka we û wan da peyman hebe (hûn dest nedine van). Û (pêştirê) wan kesên ku hatine xwe avêtine ber bextê we, ji qirîna bi we ra ya jî qirîna bi komalê xwe ra bê zar bûne, singê wan teng bûye (hûn dest nedine van jî). Heke Yezdan bi va, wê Yezdanê ewanan bi ser we da bi hêz bikirinan, îdî ewanê bikariyan bi we ra qirînê bikin. Heke ewanan (ji qirîna bi we ra) dest berdan (îdî ewan bi we ra qirîn ne kirin) û ewan hevhatin ji bona we ra şandin (deste dostîyê dirêjê bal we da kirin); îdî Yezdan ji bona we ra, ku hûn bi wan ra qirînê bikin, tu rê nade
سَتَجِدُونَ آخَرِينَ يُرِيدُونَ أَنْ يَأْمَنُوكُمْ وَيَأْمَنُوا قَوْمَهُمْ كُلَّ مَا رُدُّوا إِلَى الْفِتْنَةِ أُرْكِسُوا فِيهَا ۚ فَإِنْ لَمْ يَعْتَزِلُوكُمْ وَيُلْقُوا إِلَيْكُمُ السَّلَمَ وَيَكُفُّوا أَيْدِيَهُمْ فَخُذُوهُمْ وَاقْتُلُوهُمْ حَيْثُ ثَقِفْتُمُوهُمْ ۚ وَأُولَٰئِكُمْ جَعَلْنَا لَكُمْ عَلَيْهِمْ سُلْطَانًا مُبِينًا
Hûnê rastî desta mayî jî werin, ku ewa desta divên ji we û ji komalê xwe jî ewle bin. (Lê) ewanan çiqa ji bona tevdanê têne gazîkirinê, ewanan di nava tevdanîyê da qulopanî davêjin. Îdî heke ewanan bi rastî dest (ji qirîna bi we ra) bernedin û ku ewan hevhatinê ji bona we ra neşînin û destê xwe ji we nedine para da, hûn li kur bi çi awayê, ça we bi wan qedandin, îdî hûn ewanan bigirin; bi wan ra (bi tekoşînî) qirînê bikin. Û evan in, me ji bona we ra dustûra xûyayê daye; ku hûn êrişê beherin ser wan
وَمَا كَانَ لِمُؤْمِنٍ أَنْ يَقْتُلَ مُؤْمِنًا إِلَّا خَطَأً ۚ وَمَنْ قَتَلَ مُؤْمِنًا خَطَأً فَتَحْرِيرُ رَقَبَةٍ مُؤْمِنَةٍ وَدِيَةٌ مُسَلَّمَةٌ إِلَىٰ أَهْلِهِ إِلَّا أَنْ يَصَّدَّقُوا ۚ فَإِنْ كَانَ مِنْ قَوْمٍ عَدُوٍّ لَكُمْ وَهُوَ مُؤْمِنٌ فَتَحْرِيرُ رَقَبَةٍ مُؤْمِنَةٍ ۖ وَإِنْ كَانَ مِنْ قَوْمٍ بَيْنَكُمْ وَبَيْنَهُمْ مِيثَاقٌ فَدِيَةٌ مُسَلَّمَةٌ إِلَىٰ أَهْلِهِ وَتَحْرِيرُ رَقَبَةٍ مُؤْمِنَةٍ ۖ فَمَنْ لَمْ يَجِدْ فَصِيَامُ شَهْرَيْنِ مُتَتَابِعَيْنِ تَوْبَةً مِنَ اللَّهِ ۗ وَكَانَ اللَّهُ عَلِيمًا حَكِيمًا
Û ji bona bawergerekî ji xêncî xeletîyê, kuştina bawergerekî mayî qe durist nîne. Û kîjan (bawerger) bawergerekî mayî bi xeletî bikuje, îdî (celata wî ev e:) Gotî bendekî bawerger azad bike û gotî ji bona mîratxurên kuştî ra xûn bide, ji xêncî heke mîratxurên kuştî ewê xûnê bibaxişîne kujraw. Û heke ewa (kuştîyê bawerger) ji komalekî wusa be, ku ewa komala ji bona we ra neyar be îdî (celata kujrawê eva ye:) Gotî bendekî bawerger azad bike. Û heke ewa (kuştîyê bawerger) ji komalekî wusa be, ku di nîveka we û wan da peyman hebe, îdî (celata kujraw ev e:) , Gotî ji bona mîratxurê kuştî ra xûnekî bide û bendekî bawerger jî azad bike. Kesê ku hêza wî tune bû (evan celatan pêk bîne) ji bona ku poşmanîya wî li bal Yezdan litê bibe, divê ku ewa du mehan li peyhev rojîyan bigire. Û Yezdan zanakî bijejke ye
وَمَنْ يَقْتُلْ مُؤْمِنًا مُتَعَمِّدًا فَجَزَاؤُهُ جَهَنَّمُ خَالِدًا فِيهَا وَغَضِبَ اللَّهُ عَلَيْهِ وَلَعَنَهُ وَأَعَدَّ لَهُ عَذَابًا عَظِيمًا
Û kîjan jî merivekî bawerger bê armanc bikuje, îdî celata wî doj e, ewayê di wê dojê da hey bimîne. Û Yezdan bi xweber jî li wî xeşim kirîye ewa (ji dilovanîya xwe) deherandîye, Yezdan ji bona wî ra şapateke mezin amade kirîye
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا ضَرَبْتُمْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ فَتَبَيَّنُوا وَلَا تَقُولُوا لِمَنْ أَلْقَىٰ إِلَيْكُمُ السَّلَامَ لَسْتَ مُؤْمِنًا تَبْتَغُونَ عَرَضَ الْحَيَاةِ الدُّنْيَا فَعِنْدَ اللَّهِ مَغَانِمُ كَثِيرَةٌ ۚ كَذَٰلِكَ كُنْتُمْ مِنْ قَبْلُ فَمَنَّ اللَّهُ عَلَيْكُمْ فَتَبَيَّنُوا ۚ إِنَّ اللَّهَ كَانَ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرًا
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava hûn di rêya Yezdan da (çûne qirînan) îdî hûn (file û bawergeran rind) ji hev derxin; ji bo ku hûn bi jîna vê cihanê hinek kêrhatîyên wê ji xwe ra dest bixin hûn (di gava qirînê da) ku yekê li we selam kir ji bona wî ra nebêjin: “Tu bawerger nînî.” Bi rastî li bal Yezdan şoreyên pir hene. Hûn jî di berya naha da wusa bûn. Îdî Yezdan bi we qencî kirîye (hûn bi wê qencîya Yezdan hatine, we bawer kirîye). Îdî hûn rind biponijin (paşê biryara xwe bidin). Bi rastî Yezdan bi tişta ku hûn dikin agahdar e

Choose other languages: