Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #88 Translated in Kurdish

فَقَاتِلْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ لَا تُكَلَّفُ إِلَّا نَفْسَكَ ۚ وَحَرِّضِ الْمُؤْمِنِينَ ۖ عَسَى اللَّهُ أَنْ يَكُفَّ بَأْسَ الَّذِينَ كَفَرُوا ۚ وَاللَّهُ أَشَدُّ بَأْسًا وَأَشَدُّ تَنْكِيلًا
Îdî (Muhemmed!) tu di rêya Yezdan da qirînê bike, tu hey (ji kirinê xwe) têyî pirs kirine. Û tu helana bide bawergeran, bi rastî goman heye, ku Yezdan tirsa wanê bûne file, ji we bide paradanê. Û Yezdan bi xweber jî zor êrişê û zor sernegûnvan e
مَنْ يَشْفَعْ شَفَاعَةً حَسَنَةً يَكُنْ لَهُ نَصِيبٌ مِنْهَا ۖ وَمَنْ يَشْفَعْ شَفَاعَةً سَيِّئَةً يَكُنْ لَهُ كِفْلٌ مِنْهَا ۗ وَكَانَ اللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ مُقِيتًا
Û kîjan mehderyeke qencî bike, ji bona wî ra di wê mehderyê da pareke wî heye û kîjan mehderyeke sikîtî bike, ji bona wî ra di wê mehderyê da gerewa wî heye. Yezdan bi xweber jî li ser hemû tiştan dîdevan e (hemberya wan dide)
وَإِذَا حُيِّيتُمْ بِتَحِيَّةٍ فَحَيُّوا بِأَحْسَنَ مِنْهَا أَوْ رُدُّوهَا ۗ إِنَّ اللَّهَ كَانَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ حَسِيبًا
Û di gava hûn (bi jîn danan) hatine selam danê; îdî hûn bi rindê (jîn danan) selaman bidin, ya jî hûn jî wekî wê selamê, selamê bidin. Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan hêjmarkarvan e
اللَّهُ لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ ۚ لَيَجْمَعَنَّكُمْ إِلَىٰ يَوْمِ الْقِيَامَةِ لَا رَيْبَ فِيهِ ۗ وَمَنْ أَصْدَقُ مِنَ اللَّهِ حَدِيثًا
Yezdan ew e, ku ji pêştirê wî tu yezdanê (babatê perestîyê) tune ye. Di wê roya rabûna hemû da, ku tu dudilî têda tune ye, ewa Yezdanê we hemûşkan bicivîne. Û gelo ji Yezdan kê rast goyîtir heye
فَمَا لَكُمْ فِي الْمُنَافِقِينَ فِئَتَيْنِ وَاللَّهُ أَرْكَسَهُمْ بِمَا كَسَبُوا ۚ أَتُرِيدُونَ أَنْ تَهْدُوا مَنْ أَضَلَّ اللَّهُ ۖ وَمَنْ يُضْلِلِ اللَّهُ فَلَنْ تَجِدَ لَهُ سَبِيلًا
Îdî ka hûn ji bo çi di mafê durûyan da bûne dû deste? Şixwa Yezdan ewan bi sedama keda ewan kirî, paşopê kirine. Qey hûn divên, ku hûn ewan kesên Yezdan ewan ji rêya rast wunda kirine dîsa bîne rêya rast? Û Yezdan kîjanî ji rêya rast wunda bike, îdî tu ji bona wî ra qe tu rêyan nabînî

Choose other languages: