Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #86 Translated in Kurdish

أَفَلَا يَتَدَبَّرُونَ الْقُرْآنَ ۚ وَلَوْ كَانَ مِنْ عِنْدِ غَيْرِ اللَّهِ لَوَجَدُوا فِيهِ اخْتِلَافًا كَثِيرًا
(Gelo) qe ewan (di arş û peyvê) Qur’anê da naponijin? Heke Qur’an ji bal pêştirê Yezdan (hatibûya) wê ewanê di Qur’anê da rastê pir tiştê ne wekhev hatibûnan
وَإِذَا جَاءَهُمْ أَمْرٌ مِنَ الْأَمْنِ أَوِ الْخَوْفِ أَذَاعُوا بِهِ ۖ وَلَوْ رَدُّوهُ إِلَى الرَّسُولِ وَإِلَىٰ أُولِي الْأَمْرِ مِنْهُمْ لَعَلِمَهُ الَّذِينَ يَسْتَنْبِطُونَهُ مِنْهُمْ ۗ وَلَوْلَا فَضْلُ اللَّهِ عَلَيْكُمْ وَرَحْمَتُهُ لَاتَّبَعْتُمُ الشَّيْطَانَ إِلَّا قَلِيلًا
Û di gava ku ji wan ra bûyerek, ji ewletîyê (ku bawerger serva hatine, file para da revîne) ya jî ji tirsê (ku file bi serva hatine, bawerger para da revîyane) hatibe, heman ewan (durûyan) ewê bûyerê belav dikin. Û heke ewan, ewa bûyera bi birana li bal Pêxember (ji wî pirs bikirinan) ya jî ewan ewa bûyera bibirina li bal wan serokên xweyên, ku fermandarê wan in (ji wan bipirsîyan) wê ewê, ku ewanan jî wî rastîya bûyeran hîn dibin, rastîya wê bûyerê bizanîya. Û heke rûmet û dilovanîya Yezdan e, ku li ser we heye ne bûya, ji pêştirê hindikên ji we, hûnê hemûşk bibûna peyrewê pelîd
فَقَاتِلْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ لَا تُكَلَّفُ إِلَّا نَفْسَكَ ۚ وَحَرِّضِ الْمُؤْمِنِينَ ۖ عَسَى اللَّهُ أَنْ يَكُفَّ بَأْسَ الَّذِينَ كَفَرُوا ۚ وَاللَّهُ أَشَدُّ بَأْسًا وَأَشَدُّ تَنْكِيلًا
Îdî (Muhemmed!) tu di rêya Yezdan da qirînê bike, tu hey (ji kirinê xwe) têyî pirs kirine. Û tu helana bide bawergeran, bi rastî goman heye, ku Yezdan tirsa wanê bûne file, ji we bide paradanê. Û Yezdan bi xweber jî zor êrişê û zor sernegûnvan e
مَنْ يَشْفَعْ شَفَاعَةً حَسَنَةً يَكُنْ لَهُ نَصِيبٌ مِنْهَا ۖ وَمَنْ يَشْفَعْ شَفَاعَةً سَيِّئَةً يَكُنْ لَهُ كِفْلٌ مِنْهَا ۗ وَكَانَ اللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ مُقِيتًا
Û kîjan mehderyeke qencî bike, ji bona wî ra di wê mehderyê da pareke wî heye û kîjan mehderyeke sikîtî bike, ji bona wî ra di wê mehderyê da gerewa wî heye. Yezdan bi xweber jî li ser hemû tiştan dîdevan e (hemberya wan dide)
وَإِذَا حُيِّيتُمْ بِتَحِيَّةٍ فَحَيُّوا بِأَحْسَنَ مِنْهَا أَوْ رُدُّوهَا ۗ إِنَّ اللَّهَ كَانَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ حَسِيبًا
Û di gava hûn (bi jîn danan) hatine selam danê; îdî hûn bi rindê (jîn danan) selaman bidin, ya jî hûn jî wekî wê selamê, selamê bidin. Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan hêjmarkarvan e

Choose other languages: