Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #137 Translated in Kurdish

إِنْ يَشَأْ يُذْهِبْكُمْ أَيُّهَا النَّاسُ وَيَأْتِ بِآخَرِينَ ۚ وَكَانَ اللَّهُ عَلَىٰ ذَٰلِكَ قَدِيرًا
Gelî kesan! Heke Yezdan bivê, wê we behere (tune bike) û wê (di şûna we da) hinekî mayî (ne ji we) bîne. Û bi rastî Yezdan bi vê kirinê dişî (hêza wî li ser wê kirine heye)
مَنْ كَانَ يُرِيدُ ثَوَابَ الدُّنْيَا فَعِنْدَ اللَّهِ ثَوَابُ الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ ۚ وَكَانَ اللَّهُ سَمِيعًا بَصِيرًا
Kîjan merivê qencên cihanê bivê, îdî (bira ewa bizane) qencên cihanî û qencên gav û danê para da jî hemûşk li bal Yezdan heye. Bi rastî Yezdan bihîstokê dîdevan e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا كُونُوا قَوَّامِينَ بِالْقِسْطِ شُهَدَاءَ لِلَّهِ وَلَوْ عَلَىٰ أَنْفُسِكُمْ أَوِ الْوَالِدَيْنِ وَالْأَقْرَبِينَ ۚ إِنْ يَكُنْ غَنِيًّا أَوْ فَقِيرًا فَاللَّهُ أَوْلَىٰ بِهِمَا ۖ فَلَا تَتَّبِعُوا الْهَوَىٰ أَنْ تَعْدِلُوا ۚ وَإِنْ تَلْوُوا أَوْ تُعْرِضُوا فَإِنَّ اللَّهَ كَانَ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرًا
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn bibin arîkarê dadvanîyê. Hûn ji bo Yezdan, li ser we bi xweber be jî ya jî li ser da û bav û pismamê we, ku zengin û xezan bin jî (qe raqetandinê) nekin, nihrevanîyê (şahîdîyê) bidin. Loma Yezdan ji wan (zengin û xezanan) babettir e (ku hûn rûmeta wî bigirin). Îdî ji bona ku hûn dadvanî nekin, nebine peyrewê dilxwestina xwe. Û heke hûn , (di nava wan da durûtî bikin, zimanê xwe) xaro maro bikin (ku nihrewanî ji bona wan ra bi kêr were ji bona ewan bêne parisandinê) ya jî ji (nihrewanîyê) dest berdin (rastîyê nebêjin) îdî (hûn bizanin) bi rastî Yezdan bi tişta hûn dikin agahdar e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا آمِنُوا بِاللَّهِ وَرَسُولِهِ وَالْكِتَابِ الَّذِي نَزَّلَ عَلَىٰ رَسُولِهِ وَالْكِتَابِ الَّذِي أَنْزَلَ مِنْ قَبْلُ ۚ وَمَنْ يَكْفُرْ بِاللَّهِ وَمَلَائِكَتِهِ وَكُتُبِهِ وَرُسُلِهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ فَقَدْ ضَلَّ ضَلَالًا بَعِيدًا
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn bi Yezdan û bi Pêxemberê wî û bi wê pirtûka, ku ewî li ser Pêxemberê xwe da hinartîye û bi wê pirtûka ku ewî hêj berê da hinartîye, bawer bikin. Û kîjan merivê ku bi Yezdan û bi firişteyên wî û bi pirtûkên wî û bi pêxemberên wî û bi dan û gavê para da filetî bike, îdî bi sond! Ewa di wundabûneke dûr da wunda bûye
إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا ثُمَّ كَفَرُوا ثُمَّ آمَنُوا ثُمَّ كَفَرُوا ثُمَّ ازْدَادُوا كُفْرًا لَمْ يَكُنِ اللَّهُ لِيَغْفِرَ لَهُمْ وَلَا لِيَهْدِيَهُمْ سَبِيلًا
Bi rastî ewanê bawer kirine, paşê bûne file, paşê dîsa bawer kirine, li pey wî da dîsa bûne file, paşê filetî pir kirine hene! Yezdan ji bona wan ra baxişandinê nake û ewan li bal tu rêya rast da jî nayne

Choose other languages: