Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #135 Translated in Kurdish

وَلِلَّهِ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۗ وَلَقَدْ وَصَّيْنَا الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ مِنْ قَبْلِكُمْ وَإِيَّاكُمْ أَنِ اتَّقُوا اللَّهَ ۚ وَإِنْ تَكْفُرُوا فَإِنَّ لِلَّهِ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۚ وَكَانَ اللَّهُ غَنِيًّا حَمِيدًا
Û çi tiştên di ezmana da heye û çi tiştên di zemîn da, heye hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne. Bi sond! Me li wanê ku di berya we da ji wan ra pirtûk hatibûye, şîret kirîye û me li we jî şîret kirîye, ku hûn parizaya Yezdan bikin û heke hûn filetîya Yezdan bikin, hûn bi rastî (bizanin)! Îdî çi tiştên di ezmana da heyî û çi tiştên di zemîn da heyî hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne. Şixwa Yezdan bi xweber jî bê perwayî pesinvan e
وَلِلَّهِ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۚ وَكَفَىٰ بِاللَّهِ وَكِيلًا
Û çi tiştên di ezmanan da heyî û çi tiştên di zemîn da heyî, hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne. Û şixwa Yezdan bi serkarî bes e
إِنْ يَشَأْ يُذْهِبْكُمْ أَيُّهَا النَّاسُ وَيَأْتِ بِآخَرِينَ ۚ وَكَانَ اللَّهُ عَلَىٰ ذَٰلِكَ قَدِيرًا
Gelî kesan! Heke Yezdan bivê, wê we behere (tune bike) û wê (di şûna we da) hinekî mayî (ne ji we) bîne. Û bi rastî Yezdan bi vê kirinê dişî (hêza wî li ser wê kirine heye)
مَنْ كَانَ يُرِيدُ ثَوَابَ الدُّنْيَا فَعِنْدَ اللَّهِ ثَوَابُ الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ ۚ وَكَانَ اللَّهُ سَمِيعًا بَصِيرًا
Kîjan merivê qencên cihanê bivê, îdî (bira ewa bizane) qencên cihanî û qencên gav û danê para da jî hemûşk li bal Yezdan heye. Bi rastî Yezdan bihîstokê dîdevan e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا كُونُوا قَوَّامِينَ بِالْقِسْطِ شُهَدَاءَ لِلَّهِ وَلَوْ عَلَىٰ أَنْفُسِكُمْ أَوِ الْوَالِدَيْنِ وَالْأَقْرَبِينَ ۚ إِنْ يَكُنْ غَنِيًّا أَوْ فَقِيرًا فَاللَّهُ أَوْلَىٰ بِهِمَا ۖ فَلَا تَتَّبِعُوا الْهَوَىٰ أَنْ تَعْدِلُوا ۚ وَإِنْ تَلْوُوا أَوْ تُعْرِضُوا فَإِنَّ اللَّهَ كَانَ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرًا
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn bibin arîkarê dadvanîyê. Hûn ji bo Yezdan, li ser we bi xweber be jî ya jî li ser da û bav û pismamê we, ku zengin û xezan bin jî (qe raqetandinê) nekin, nihrevanîyê (şahîdîyê) bidin. Loma Yezdan ji wan (zengin û xezanan) babettir e (ku hûn rûmeta wî bigirin). Îdî ji bona ku hûn dadvanî nekin, nebine peyrewê dilxwestina xwe. Û heke hûn , (di nava wan da durûtî bikin, zimanê xwe) xaro maro bikin (ku nihrewanî ji bona wan ra bi kêr were ji bona ewan bêne parisandinê) ya jî ji (nihrewanîyê) dest berdin (rastîyê nebêjin) îdî (hûn bizanin) bi rastî Yezdan bi tişta hûn dikin agahdar e

Choose other languages: