Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #88 Translated in Kurdish

وَمَا لَنَا لَا نُؤْمِنُ بِاللَّهِ وَمَا جَاءَنَا مِنَ الْحَقِّ وَنَطْمَعُ أَنْ يُدْخِلَنَا رَبُّنَا مَعَ الْقَوْمِ الصَّالِحِينَ
Û em bi xweber (ji Yezdan) daxwazî dikin, ku Xudayê me, me bixe nava komalê aştîkar. (Îja) emê ça bi Yezdan û bi wan (hemû) tiştên, ku ji wî li bal me da bi mafî hatîye, bawer nekin
فَأَثَابَهُمُ اللَّهُ بِمَا قَالُوا جَنَّاتٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا ۚ وَذَٰلِكَ جَزَاءُ الْمُحْسِنِينَ
Îdî Yezdan jî bi sedema wan (dilxwazîyên) ku ewan gotibûne, ewan bi qencî xistibûye wan bihiştên (ku di binê darê wan da) çem dikişin. Ewanê di wan (bihiştan da) her bimînin. Şixwa xelata qencîkaran eva ye
وَالَّذِينَ كَفَرُوا وَكَذَّبُوا بِآيَاتِنَا أُولَٰئِكَ أَصْحَابُ الْجَحِيمِ
Û ewanê, ku bi beratên me bûne file, derew kirine hene! Hevrîyên dojê ewan bi xweber in
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تُحَرِّمُوا طَيِّبَاتِ مَا أَحَلَّ اللَّهُ لَكُمْ وَلَا تَعْتَدُوا ۚ إِنَّ اللَّهَ لَا يُحِبُّ الْمُعْتَدِينَ
Gelî ewanê ku we bawer kirine! Ewan tiştên paqijên, ku Yezdan ji bona we ra durist kirîye, hûn li xwe ne durist nekin û hûn ji tixûbê (biryarên Yezdan neborin). Bi rastî Yezdan ji wanê tixûbborî hez nake
وَكُلُوا مِمَّا رَزَقَكُمُ اللَّهُ حَلَالًا طَيِّبًا ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ الَّذِي أَنْتُمْ بِهِ مُؤْمِنُونَ
Û hûn (gelî bawergeran!) ji wan tiştên ku Yezdan bi dilikî ji bona we ra bi duristî û tîtalî daye, bixun. Û hûn parizaya wî Yezdanê ku we bi wî bawer kirîye, bikin

Choose other languages: