Surah Al-Maeda Ayahs #40 Translated in Kurdish
إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا لَوْ أَنَّ لَهُمْ مَا فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا وَمِثْلَهُ مَعَهُ لِيَفْتَدُوا بِهِ مِنْ عَذَابِ يَوْمِ الْقِيَامَةِ مَا تُقُبِّلَ مِنْهُمْ ۖ وَلَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Bi rastî ewanê fîletî dikin hene! Çi tiştên di zemîn da hene, heke wekî wan jî bi wan tiştan ra hebin, (hemûşk ji bona wan yekê rabe) ji bo ku ji şapata roya rabûna hemû fereste bibe ewa jî (ewan mal û tiştan) hemûşkan di gerewa xwe da bide, dîsa ji wan ewa gerewa nayî litê kirinê (ewan jî ji wê şapate fereste nabin). Û ji bona wan ra şapateke dilsoz heye
يُرِيدُونَ أَنْ يَخْرُجُوا مِنَ النَّارِ وَمَا هُمْ بِخَارِجِينَ مِنْهَا ۖ وَلَهُمْ عَذَابٌ مُقِيمٌ
Ewanan divên, ku ji agir derkebin, lê ewan ji agir dernakebin û ji bona wan ra şapateke peyweste heye
وَالسَّارِقُ وَالسَّارِقَةُ فَاقْطَعُوا أَيْدِيَهُمَا جَزَاءً بِمَا كَسَبَا نَكَالًا مِنَ اللَّهِ ۗ وَاللَّهُ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
Û dizê mêr û diza jin, celeta wan eva ye, ber keda ewan kirîye, hûn îdî destê wan jê bikin, ji bo ku eva celata ji Yezdan, ji wan ra bibe sernegûnî (îdî tiştekî wusa neyê kirinê). Yezdan bi rastî serfîraz e bijejke ye
فَمَنْ تَابَ مِنْ بَعْدِ ظُلْمِهِ وَأَصْلَحَ فَإِنَّ اللَّهَ يَتُوبُ عَلَيْهِ ۗ إِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Îdî kîjan (diz) ji pêştî (dizîya xwe ye, ku bi wê dizîyê cewr kirîye (malê yekê mayî bê qayîlbûna wî, bi dizîka da hildaye) ji kirina xwe poşman bibe û aştîkarî kiribe (malê dizî, para da dabe) bira ewa (bizane) bi rastî Yezdan jî poşmanîya wî litê kirîye (ewa ji celatdanê, daye baxişandinê). Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
أَلَمْ تَعْلَمْ أَنَّ اللَّهَ لَهُ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ يُعَذِّبُ مَنْ يَشَاءُ وَيَغْفِرُ لِمَنْ يَشَاءُ ۗ وَاللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Ma qey tu nizanî, ku bi rastî seroktîya ezman û zemin ji bona Yezdan ra ne? Ji bona kê ra bivê ku şapat bike, ewî şapat dike û ji bona kîjanî ra jî baxişandinê bivê, ewî dibaxişîne. Û Yezdan 1i ser hemû tiştan dişî
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
