Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #22 Translated in Kurdish

وَقَالَتِ الْيَهُودُ وَالنَّصَارَىٰ نَحْنُ أَبْنَاءُ اللَّهِ وَأَحِبَّاؤُهُ ۚ قُلْ فَلِمَ يُعَذِّبُكُمْ بِذُنُوبِكُمْ ۖ بَلْ أَنْتُمْ بَشَرٌ مِمَّنْ خَلَقَ ۚ يَغْفِرُ لِمَنْ يَشَاءُ وَيُعَذِّبُ مَنْ يَشَاءُ ۚ وَلِلَّهِ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَمَا بَيْنَهُمَا ۖ وَإِلَيْهِ الْمَصِيرُ
Cihû û Mexînan gotine: “Bi rastî em kurên Yezdan in û em hezgerên wî ne.” (Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: “(Heke hûn kur û hezgerên wî ne) îdî ewa çima we bi gonehên we şapak dike? Na,! (gotina we nîne) lê ewan kesên ku (Yezdan ) afirandine hene! Hûn jî ji wan in. Ewa ji kîjanî ra bivê dibaxişîne û kîjanî ra jî bivê, ewî şapat dike. Û seroktîya ezman û zemîn û çi tiştê di nava wan da heyî, hey ji bona Yezdan ra ne. Şixwa zivirandina (para da) bi xweber jî li bal wî da ne
يَا أَهْلَ الْكِتَابِ قَدْ جَاءَكُمْ رَسُولُنَا يُبَيِّنُ لَكُمْ عَلَىٰ فَتْرَةٍ مِنَ الرُّسُلِ أَنْ تَقُولُوا مَا جَاءَنَا مِنْ بَشِيرٍ وَلَا نَذِيرٍ ۖ فَقَدْ جَاءَكُمْ بَشِيرٌ وَنَذِيرٌ ۗ وَاللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Gelî xweyê pirtûkan! Ji bona ku hûn (nebêjin): “Di gava sistaya hatina pêxemberan da, qe tu kesekê mizgînvanê (bi bihiştê) û tirsdayê (bi dojê) li bal me da ne hatibû heya ku me jî (bi wî bawer bikira, bi hatina rêya rast). Di wê gava hatina pêxemberan sist bibû, bi rastî pêxemberê meyê (Muhammed) li bal we da hatîye. Bi sond! Ewî rastîya (dînan-olan) bi huzwartî ji bona we ra vedikir, û mizginîya (bi bihiştê) û tirsa (ji dojê) daye we (ji bona pêkanîna biryaran hemû şîret gotine, îdî tu mana ji bona gonehkarya we ra ne maye. Ku hûn dibêjin em bi nezanî gonehan dikin). Û Yezdan li ser hemû tiştan dişî
وَإِذْ قَالَ مُوسَىٰ لِقَوْمِهِ يَا قَوْمِ اذْكُرُوا نِعْمَةَ اللَّهِ عَلَيْكُمْ إِذْ جَعَلَ فِيكُمْ أَنْبِيَاءَ وَجَعَلَكُمْ مُلُوكًا وَآتَاكُمْ مَا لَمْ يُؤْتِ أَحَدًا مِنَ الْعَالَمِينَ
Û (hûn ewê gava) ku Mûsa ji bona komalê xwe ra (aha) gotîye: “Gelî min! Hûn ewan qencên Yezdan e ku li ser we heye bîra xwe bînin; ewî di nava we da pêxember çê kirine û ewî hûn xistine serok û ewî di cîhanê da qencên wusa bi we kiriye qe li tu kesekî li cîhanê ne kirîye, bîra xwe bînin
يَا قَوْمِ ادْخُلُوا الْأَرْضَ الْمُقَدَّسَةَ الَّتِي كَتَبَ اللَّهُ لَكُمْ وَلَا تَرْتَدُّوا عَلَىٰ أَدْبَارِكُمْ فَتَنْقَلِبُوا خَاسِرِينَ
Gelî min! Hûn bikebine wî bajarê pîrozê ku Yezdan ji bona we ra bi vê nevê nivîsîye û hûn di para da nezivirin. Heke hûn îdî di para da bizvirin, bi rastî hûnê zîyan bikin
قَالُوا يَا مُوسَىٰ إِنَّ فِيهَا قَوْمًا جَبَّارِينَ وَإِنَّا لَنْ نَدْخُلَهَا حَتَّىٰ يَخْرُجُوا مِنْهَا فَإِنْ يَخْرُجُوا مِنْهَا فَإِنَّا دَاخِلُونَ
Ewan (ji bona Mûsa ra aha) gotine: “Mûsa! Bi rastî di wî (welatê me da) komalekî kotekkar heye. Heya ewa (komala) bi rastî ji welat dernekebin em bi xweber nakabine wî welatî. Îdî heke ewan ji welat derkebin, emê bi xweber herin bikebine welat

Choose other languages: