Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #25 Translated in Kurdish

يَا قَوْمِ ادْخُلُوا الْأَرْضَ الْمُقَدَّسَةَ الَّتِي كَتَبَ اللَّهُ لَكُمْ وَلَا تَرْتَدُّوا عَلَىٰ أَدْبَارِكُمْ فَتَنْقَلِبُوا خَاسِرِينَ
Gelî min! Hûn bikebine wî bajarê pîrozê ku Yezdan ji bona we ra bi vê nevê nivîsîye û hûn di para da nezivirin. Heke hûn îdî di para da bizvirin, bi rastî hûnê zîyan bikin
قَالُوا يَا مُوسَىٰ إِنَّ فِيهَا قَوْمًا جَبَّارِينَ وَإِنَّا لَنْ نَدْخُلَهَا حَتَّىٰ يَخْرُجُوا مِنْهَا فَإِنْ يَخْرُجُوا مِنْهَا فَإِنَّا دَاخِلُونَ
Ewan (ji bona Mûsa ra aha) gotine: “Mûsa! Bi rastî di wî (welatê me da) komalekî kotekkar heye. Heya ewa (komala) bi rastî ji welat dernekebin em bi xweber nakabine wî welatî. Îdî heke ewan ji welat derkebin, emê bi xweber herin bikebine welat
قَالَ رَجُلَانِ مِنَ الَّذِينَ يَخَافُونَ أَنْعَمَ اللَّهُ عَلَيْهِمَا ادْخُلُوا عَلَيْهِمُ الْبَابَ فَإِذَا دَخَلْتُمُوهُ فَإِنَّكُمْ غَالِبُونَ ۚ وَعَلَى اللَّهِ فَتَوَكَّلُوا إِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِنِينَ
Du merên ji wanê tirsonek ne (ku ji Yezdan ditirsîyan) Yezdan (bi xwerber jî) li ser wan qencî kiribûye (aha) gotibûne: “Hûn di derî da li ser wan da (êrîşê) beherin, îdî gava hûn bikebine hundur, bi rastî hûnê serfiraz bibin (heke hûn li ber xwe bidin). Heke hûn bi rastî bi Yezdan ewle dibin, îdî hûn xwe hispêrne wî.”
قَالُوا يَا مُوسَىٰ إِنَّا لَنْ نَدْخُلَهَا أَبَدًا مَا دَامُوا فِيهَا ۖ فَاذْهَبْ أَنْتَ وَرَبُّكَ فَقَاتِلَا إِنَّا هَاهُنَا قَاعِدُونَ
Ewan (ji Mûsa ra aha) gotine: “Mûsa! Bi rastî heya ewan (neyaran) di bajar da bin qe tucarî em nakebine bajar. Îdî (Mûsa!) tu bi Xudayê xwe va herin, bi wan ra qirînê bikin (ewan ji welat derxin) emê jî li vira rûnen.”
قَالَ رَبِّ إِنِّي لَا أَمْلِكُ إِلَّا نَفْسِي وَأَخِي ۖ فَافْرُقْ بَيْنَنَا وَبَيْنَ الْقَوْمِ الْفَاسِقِينَ
(Mûsa ji Xuda aha lava) kirîye: “Xudayê min! Ez ji pêştirê xwe û birayê xwe, xayîtîya tu kesî nakim, îdî tu nîveka me û evî komalê ji rê derketî raqetîne.”

Choose other languages: