Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #113 Translated in Kurdish

يَوْمَ يَجْمَعُ اللَّهُ الرُّسُلَ فَيَقُولُ مَاذَا أُجِبْتُمْ ۖ قَالُوا لَا عِلْمَ لَنَا ۖ إِنَّكَ أَنْتَ عَلَّامُ الْغُيُوبِ
Di roya ku Yezdan, pêxemberan dicivîne (ji wan aha di pirse): “Di gava, ku we biryarên min ji bona koma xwe ra digotin ji bona we ra çi pisyar hate danê?” (Pêxemberan) gotine:”Bi rastî tu zanîn ji bona me ra (bi pisyara wan) tune ye, hey tu bi tenê bi wan tiştên penha çêtir dizanî.”
إِذْ قَالَ اللَّهُ يَا عِيسَى ابْنَ مَرْيَمَ اذْكُرْ نِعْمَتِي عَلَيْكَ وَعَلَىٰ وَالِدَتِكَ إِذْ أَيَّدْتُكَ بِرُوحِ الْقُدُسِ تُكَلِّمُ النَّاسَ فِي الْمَهْدِ وَكَهْلًا ۖ وَإِذْ عَلَّمْتُكَ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَ وَالتَّوْرَاةَ وَالْإِنْجِيلَ ۖ وَإِذْ تَخْلُقُ مِنَ الطِّينِ كَهَيْئَةِ الطَّيْرِ بِإِذْنِي فَتَنْفُخُ فِيهَا فَتَكُونُ طَيْرًا بِإِذْنِي ۖ وَتُبْرِئُ الْأَكْمَهَ وَالْأَبْرَصَ بِإِذْنِي ۖ وَإِذْ تُخْرِجُ الْمَوْتَىٰ بِإِذْنِي ۖ وَإِذْ كَفَفْتُ بَنِي إِسْرَائِيلَ عَنْكَ إِذْ جِئْتَهُمْ بِالْبَيِّنَاتِ فَقَالَ الَّذِينَ كَفَرُوا مِنْهُمْ إِنْ هَٰذَا إِلَّا سِحْرٌ مُبِينٌ
Di gavêkî da Yezdan ji bona Îsayê kûrê Meryemê ra (aha) gotîye: “Îsa! Tu ewan qencîyên min e, ku li ser te û li ser dîya te hene, bîra xwe bîne. (Tu dizanî) ku min piştevanîya te bi canê pîroz kiribû. (Îdî) tu di çincîlê da û di gavê lawîtî û di kalîya xwe da bi kesan ra diaxivî, kanê! Min bi te nivîsandin û zanîna retkokî û Tewrat û Încîl, daye hînkirnê. (Û bîra xwe bîne) kanê! Te ji heryê tokela çûkan bi destûra min, çê dikirin, îdî te di wan tokelan da puf dikir, ewan tokelan jî bi destûra min, îdî dibûne çûk. Û te bi destûra min kurên zikmakî û kotî mefa dikirin. Kanê! Te bi destûra min mirî (bi zindî) derdixistin. Û (bîra xwe bîne) kane! Di gava ku tu (li bal zarên cihûyan da) bi beratên daveker va hatibûyî, îdî ewanê file ne, ku ji wan zarên cihûyan bûn (aha) digotin: “Bi rastî evan (berateyên ku tu ji bona me ra tînî) hey ançên xûyayî ne.” Me jî tu di wê gavê da ji wan parisandî
وَإِذْ أَوْحَيْتُ إِلَى الْحَوَارِيِّينَ أَنْ آمِنُوا بِي وَبِرَسُولِي قَالُوا آمَنَّا وَاشْهَدْ بِأَنَّنَا مُسْلِمُونَ
Û (bîra xwe bîne) gava me li bal suxtan da niqandibû; ku ewan suxtan bi min û bi pêxemberê min bawer bikin. (Ewan suxtan aha) gotine: “Me bawer kirîye û tu şahid be, ku em bi rastî misilman in.”
إِذْ قَالَ الْحَوَارِيُّونَ يَا عِيسَى ابْنَ مَرْيَمَ هَلْ يَسْتَطِيعُ رَبُّكَ أَنْ يُنَزِّلَ عَلَيْنَا مَائِدَةً مِنَ السَّمَاءِ ۖ قَالَ اتَّقُوا اللَّهَ إِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِنِينَ
Di gava suxtan ji bona (Îsa ra aha) gotine: “Îsayê kurê Meryemê! Gelo Xudayê te dikare, ku bi ser me da li ezmanan xewaneke (xwarinan) bihênirîne?” (Îsa ji wan ra aha pisyar daye) gotîye: “Heke hûn bawer dikin, hûn yezdanparizî bikin (ji van gotin û kirinan dest berdin).”
قَالُوا نُرِيدُ أَنْ نَأْكُلَ مِنْهَا وَتَطْمَئِنَّ قُلُوبُنَا وَنَعْلَمَ أَنْ قَدْ صَدَقْتَنَا وَنَكُونَ عَلَيْهَا مِنَ الشَّاهِدِينَ
Ewan (suxtan aha) gotine: “Em divên, ku em ji wê (xewanê) xwurekan bixun ji bo ku dilê me hêsanî be û em bizanin, ku tu bi rastî ji bona me ra rastîyê dibêjî, û em jî li ser wan bibne şahid.”

Choose other languages: