Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #48 Translated in Kurdish

هُنَالِكَ الْوَلَايَةُ لِلَّهِ الْحَقِّ ۚ هُوَ خَيْرٌ ثَوَابًا وَخَيْرٌ عُقْبًا
Di vê gavê da serkarya rast, ya Yezdan e. Çi qencîya Yezdan bike, çêtir e û encama (aqûbet) wî bi xweber jî qenctir e
وَاضْرِبْ لَهُمْ مَثَلَ الْحَيَاةِ الدُّنْيَا كَمَاءٍ أَنْزَلْنَاهُ مِنَ السَّمَاءِ فَاخْتَلَطَ بِهِ نَبَاتُ الْأَرْضِ فَأَصْبَحَ هَشِيمًا تَذْرُوهُ الرِّيَاحُ ۗ وَكَانَ اللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ مُقْتَدِرًا
(Muhemmed!) Tu ji bona wan ra hecwekîya jîna cîhanê (aha) veke: “Jîna cihanê wekî ava ku em jor da dihênirînin: gava tevê çêreyên zemîn dibin çêre hêşîn dibin (dema ji wan zaha dibin) ewan çêran jî hişk dibin, dema ba li wan dixe; ewan ji hev derdixe belav dike." Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan bi hêz e
الْمَالُ وَالْبَنُونَ زِينَةُ الْحَيَاةِ الدُّنْيَا ۖ وَالْبَاقِيَاتُ الصَّالِحَاتُ خَيْرٌ عِنْدَ رَبِّكَ ثَوَابًا وَخَيْرٌ أَمَلًا
Mal û ku,. xemla jîna cîhanê ne. Ewanê para da (ji bona merivan) dimînin karê aştî ne. Evan li bal Xudayê te bi qencî, çêtir e û qencê hêvîya ne
وَيَوْمَ نُسَيِّرُ الْجِبَالَ وَتَرَى الْأَرْضَ بَارِزَةً وَحَشَرْنَاهُمْ فَلَمْ نُغَادِرْ مِنْهُمْ أَحَدًا
Di roya ku em çîyan dibin; tu zemîn (qe tu tişt li ser ne mayî) li ber çavan rût dibînî û em hemûşkan dicivînin, îdî em tu kesî ji wan nahêlin
وَعُرِضُوا عَلَىٰ رَبِّكَ صَفًّا لَقَدْ جِئْتُمُونَا كَمَا خَلَقْنَاكُمْ أَوَّلَ مَرَّةٍ ۚ بَلْ زَعَمْتُمْ أَلَّنْ نَجْعَلَ لَكُمْ مَوْعِدًا
Ewan hemû (wekî xêlyan-merasim) di hemberê Xudayê te da bi rêz nivyane. Bi sond! Me ça hûn di cara yekem da (rût) afirandibû, hûn wusa (rût) li bal me da harine. Le we goman kiribû, ku em ji bona we ra danekî (civînê) çê nakin

Choose other languages: