Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #51 Translated in Kurdish

وَيَوْمَ نُسَيِّرُ الْجِبَالَ وَتَرَى الْأَرْضَ بَارِزَةً وَحَشَرْنَاهُمْ فَلَمْ نُغَادِرْ مِنْهُمْ أَحَدًا
Di roya ku em çîyan dibin; tu zemîn (qe tu tişt li ser ne mayî) li ber çavan rût dibînî û em hemûşkan dicivînin, îdî em tu kesî ji wan nahêlin
وَعُرِضُوا عَلَىٰ رَبِّكَ صَفًّا لَقَدْ جِئْتُمُونَا كَمَا خَلَقْنَاكُمْ أَوَّلَ مَرَّةٍ ۚ بَلْ زَعَمْتُمْ أَلَّنْ نَجْعَلَ لَكُمْ مَوْعِدًا
Ewan hemû (wekî xêlyan-merasim) di hemberê Xudayê te da bi rêz nivyane. Bi sond! Me ça hûn di cara yekem da (rût) afirandibû, hûn wusa (rût) li bal me da harine. Le we goman kiribû, ku em ji bona we ra danekî (civînê) çê nakin
وَوُضِعَ الْكِتَابُ فَتَرَى الْمُجْرِمِينَ مُشْفِقِينَ مِمَّا فِيهِ وَيَقُولُونَ يَا وَيْلَتَنَا مَالِ هَٰذَا الْكِتَابِ لَا يُغَادِرُ صَغِيرَةً وَلَا كَبِيرَةً إِلَّا أَحْصَاهَا ۚ وَوَجَدُوا مَا عَمِلُوا حَاضِرًا ۗ وَلَا يَظْلِمُ رَبُّكَ أَحَدًا
Û pirtûka (xebata wan, ji bona wan ra bi vekirî) hate danînê, îdî tu gonehkaran dibînî; (dema ewan kirinê xwe) di pirtûkê da dibînin; jê vediciniqin (û aha) dibêjin: "Xwelî li me be! Ji bona vê pirtûkê ra çi bûye! Qe tu tişt (ji kirinê) piçûk û mezin bernedaye: hemî kirinê me hijmartîye (nivîsîye). Loma ewan rast hatin, ku hemî kirinê wan di pitûkê da amade ne. Xudayê te li tu kesî cewrê nake
وَإِذْ قُلْنَا لِلْمَلَائِكَةِ اسْجُدُوا لِآدَمَ فَسَجَدُوا إِلَّا إِبْلِيسَ كَانَ مِنَ الْجِنِّ فَفَسَقَ عَنْ أَمْرِ رَبِّهِ ۗ أَفَتَتَّخِذُونَهُ وَذُرِّيَّتَهُ أَوْلِيَاءَ مِنْ دُونِي وَهُمْ لَكُمْ عَدُوٌّ ۚ بِئْسَ لِلظَّالِمِينَ بَدَلًا
Û di gavekî da me ji bona firiştan ra gotibû: “Gelî firiştan! Hûn hemû ji bona nîşa kesan ra secdê bikin.” Ji pêştirê nişa pelîdê (bi nav) iblîs hemûşkan çûn secdê. Iblîs bi xweber jî ji meçêtiran bû, îdî ewa ji fermana Xwedayê xwe derket. Îdî hûn (gelî kesan! Ji quretî û pozbilindîya xwe) ji pêştirê min, hûn iblîs û ûrta wî yê, ku ji bona we ra neyar in, ça ji xwe ra serkar digirin? (Eva guhurandina hanê, ku hûn Yezdan dihêlin, di şûna wî da pelîd ji xwe ra dixine serkar) ji bona cewrkaran ra çiqa guhurandineke sik e
مَا أَشْهَدْتُهُمْ خَلْقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَلَا خَلْقَ أَنْفُسِهِمْ وَمَا كُنْتُ مُتَّخِذَ الْمُضِلِّينَ عَضُدًا
Min (îblîs û ûrta wî va) ne di gava afirandina ezman û zemîn da, ne jî di gava afirandina wan bi xweber da jî, amadeyê afirandinê ne kiribû û min ji bona xwe ra ji ewanê ji rêya rast derketî ne xistîye piştevan

Choose other languages: