Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #36 Translated in Kurdish

وَاضْرِبْ لَهُمْ مَثَلًا رَجُلَيْنِ جَعَلْنَا لِأَحَدِهِمَا جَنَّتَيْنِ مِنْ أَعْنَابٍ وَحَفَفْنَاهُمَا بِنَخْلٍ وَجَعَلْنَا بَيْنَهُمَا زَرْعًا
(Muhemmed!) Tu ji bona wan ra bi hecwekî serdaboraya wan her du mêran bêje: "Ji bona yekê ji wan ra me du rezên ji tiryan dabû, me ewan her du rez bi cêrgeyên darê xurman (ku di dora wan da bûne) girtine, me di nava wan da jî (zevîyên) çandinîyê bi cîh kiribû
كِلْتَا الْجَنَّتَيْنِ آتَتْ أُكُلَهَا وَلَمْ تَظْلِمْ مِنْهُ شَيْئًا ۚ وَفَجَّرْنَا خِلَالَهُمَا نَهَرًا
Ewan her du rezan jî, wusa ber didan, qe tu tişt ji wan kêm ne mabû, me di nava wan da jî çem dane kişandinê
وَكَانَ لَهُ ثَمَرٌ فَقَالَ لِصَاحِبِهِ وَهُوَ يُحَاوِرُهُ أَنَا أَكْثَرُ مِنْكَ مَالًا وَأَعَزُّ نَفَرًا
Ji bona (xweyê van rezan ra) berê (semer) daran hebû (xweyê mal bû). Evî ji bona hevalê xwe yê (xezan ra) xwe qure dikir (aha) gotîye: "Tu çima bi min ra (tekoşînê dikî)? Bi mal ez ji te bi hêztir im û zarên min jî ji zarên te pirtir in
وَدَخَلَ جَنَّتَهُ وَهُوَ ظَالِمٌ لِنَفْسِهِ قَالَ مَا أَظُنُّ أَنْ تَبِيدَ هَٰذِهِ أَبَدًا
Gava diçû nava rezê xwe, xwe qure dikir, bi xweber jî xwe cewr dikir (aha) digot: "Ez goman nakim, ku dawîya van rezan bên, di hemû gavan da wê evanê bimînin.”
وَمَا أَظُنُّ السَّاعَةَ قَائِمَةً وَلَئِنْ رُدِدْتُ إِلَىٰ رَبِّي لَأَجِدَنَّ خَيْرًا مِنْهَا مُنْقَلَبًا
Û ez goman nakim, ku wû rabûna hemû jî çê be. (heke çê be jî) dema ez herime bal Xudayê xwe, bi rastî ezê rastê qencî yên wusa bêm, hêj ji van çêtir bin

Choose other languages: