Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #39 Translated in Kurdish

وَدَخَلَ جَنَّتَهُ وَهُوَ ظَالِمٌ لِنَفْسِهِ قَالَ مَا أَظُنُّ أَنْ تَبِيدَ هَٰذِهِ أَبَدًا
Gava diçû nava rezê xwe, xwe qure dikir, bi xweber jî xwe cewr dikir (aha) digot: "Ez goman nakim, ku dawîya van rezan bên, di hemû gavan da wê evanê bimînin.”
وَمَا أَظُنُّ السَّاعَةَ قَائِمَةً وَلَئِنْ رُدِدْتُ إِلَىٰ رَبِّي لَأَجِدَنَّ خَيْرًا مِنْهَا مُنْقَلَبًا
Û ez goman nakim, ku wû rabûna hemû jî çê be. (heke çê be jî) dema ez herime bal Xudayê xwe, bi rastî ezê rastê qencî yên wusa bêm, hêj ji van çêtir bin
قَالَ لَهُ صَاحِبُهُ وَهُوَ يُحَاوِرُهُ أَكَفَرْتَ بِالَّذِي خَلَقَكَ مِنْ تُرَابٍ ثُمَّ مِنْ نُطْفَةٍ ثُمَّ سَوَّاكَ رَجُلًا
Hevalê wî yê (xezan) ji wî ra bi tekoşînî dibêje: "Tu ça bi wî Xudayê, ku di cara yekem da tu ji xwelîyê afirandîye, paşê ji menya (dilmeyî) paşê tu xistî mêrekî çêkirî, dibî file?”
لَٰكِنَّا هُوَ اللَّهُ رَبِّي وَلَا أُشْرِكُ بِرَبِّي أَحَدًا
(Tu bawer nakî) lê ez bawer dikim, ku Yezdan Xudayê min e, ez ji Xudayê xwe ra tu kesî naxime hevpar
وَلَوْلَا إِذْ دَخَلْتَ جَنَّتَكَ قُلْتَ مَا شَاءَ اللَّهُ لَا قُوَّةَ إِلَّا بِاللَّهِ ۚ إِنْ تَرَنِ أَنَا أَقَلَّ مِنْكَ مَالًا وَوَلَدًا
Ka, çi dibe; heke gava tu herî nava rezê xwe (aha) bêjî: “Eva hêza Yezdan e. Çiqa hezeke mezin e! Hemû hêz bi Yezdan in. Hava tu dibînî, ku mal û zarên min ji yên te kêmtir in

Choose other languages: