Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #14 Translated in Kurdish

إِذْ أَوَى الْفِتْيَةُ إِلَى الْكَهْفِ فَقَالُوا رَبَّنَا آتِنَا مِنْ لَدُنْكَ رَحْمَةً وَهَيِّئْ لَنَا مِنْ أَمْرِنَا رَشَدًا
Gava ewan xortan berê xwe dabûn li bal şikevtê çûbûn, îdî (aha) gotîbûn: "Xudayê me! Tu ji bal xwe, dilovanîyekî bide me û tu ji bona me ra bûyera me hêsanî bike (ji bo ku em bikaribin bigehêjne armancê xwe)
فَضَرَبْنَا عَلَىٰ آذَانِهِمْ فِي الْكَهْفِ سِنِينَ عَدَدًا
Îdî me jî bi çend salan li ser gohe wan (perda xewê danî, ewan heya çend salan di xewê da mayîne)
ثُمَّ بَعَثْنَاهُمْ لِنَعْلَمَ أَيُّ الْحِزْبَيْنِ أَحْصَىٰ لِمَا لَبِثُوا أَمَدًا
(Di mafÊ xewa wan da ewan bûne du deste) ji bo ku em bizanin, ka kîjan destê, danê mayîna wan e di şikevtê da rind hijmartîye, me paşê ewan (hişyar kirin) şandin
نَحْنُ نَقُصُّ عَلَيْكَ نَبَأَهُمْ بِالْحَقِّ ۚ إِنَّهُمْ فِتْيَةٌ آمَنُوا بِرَبِّهِمْ وَزِدْنَاهُمْ هُدًى
Bi rastî em serdaborya wan ji te ra bi mafî dibêjin: "Ewanan destek xort bûn, bi Xudayê xwe bawer kiribûn, me jî bawerî û hewa wana di hemberê cefadanê pir kiribû
وَرَبَطْنَا عَلَىٰ قُلُوبِهِمْ إِذْ قَامُوا فَقَالُوا رَبُّنَا رَبُّ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ لَنْ نَدْعُوَ مِنْ دُونِهِ إِلَٰهًا ۖ لَقَدْ قُلْنَا إِذًا شَطَطًا
Di gava ewan (ji civata serok) rabûne, me berdilî da berdilê wan. Îdî ewan (ji bona civatê ra aha) gotibûne: "Xudayê me, Xudayê ezman û zemîn e, ji pêştirê wî em gazî tu ilahî nakin. (Heke ji pêştirê wî em gazî hinekê mayî bikin) di wê gavê da bi rastî em tiştên bê hişî dibêjin

Choose other languages: