Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Hajj Ayahs #14 Translated in Kurdish

ذَٰلِكَ بِمَا قَدَّمَتْ يَدَاكَ وَأَنَّ اللَّهَ لَيْسَ بِظَلَّامٍ لِلْعَبِيدِ
Bi sedema wan kedên, ku her du destê te kirîye, di pêş da şandîye, eva şapata hanê bi serê te da hatîye. Loma bi rastî Yezdan ji bona bendeyên xwe ra cewrkar nîne
وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَعْبُدُ اللَّهَ عَلَىٰ حَرْفٍ ۖ فَإِنْ أَصَابَهُ خَيْرٌ اطْمَأَنَّ بِهِ ۖ وَإِنْ أَصَابَتْهُ فِتْنَةٌ انْقَلَبَ عَلَىٰ وَجْهِهِ خَسِرَ الدُّنْيَا وَالْآخِرَةَ ۚ ذَٰلِكَ هُوَ الْخُسْرَانُ الْمُبِينُ
Ji kesan hinek jî hene, perestîya Yezdan ji alîyekî da dikin (bi hemî ola wî bawer nakin), heke ji wî ra qencîyek hatibe, ewa bi wê qencîyê dihewe (qînata wî pê çêdibe). Heke ji wî ra aşîtek hatibe; hema li ser çavê xwe dikebe (dest davêje olan, bi xirabîya wan mijûl dibe). Ewî di cîhan û di para da jî (axiret) zîyan kirîye. Zîyana ber çavî eva ye
يَدْعُو مِنْ دُونِ اللَّهِ مَا لَا يَضُرُّهُ وَمَا لَا يَنْفَعُهُ ۚ ذَٰلِكَ هُوَ الضَّلَالُ الْبَعِيدُ
(Ewan dest ji perestîya Yezdan berdane) perestîya wan tiştên pêştirê Yezdan dikin, ku ewan tiştan jî ji wî ra ne kar û ne jî zirar didin. Rêwundabûna dûr eva ye
يَدْعُو لَمَنْ ضَرُّهُ أَقْرَبُ مِنْ نَفْعِهِ ۚ لَبِئْسَ الْمَوْلَىٰ وَلَبِئْسَ الْعَشِيرُ
Ewan perestîya wan tiştên, ku zîyana wan ji kara wan pirtir nêzîkê wan e, dikin. Bi rastî perestîya wan çiqa sikê serkarîtîyê ye û çiqa sikê hevaltîyê ye
إِنَّ اللَّهَ يُدْخِلُ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ ۚ إِنَّ اللَّهَ يَفْعَلُ مَا يُرِيدُ
Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Bi rastî Yezdan ewan dixe wan bihiştên di binê (darê wan da) çem dikişin. Loma Yezdan çi bivê, bi rastî ewî dike

Choose other languages: