Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Hajj Ayahs #15 Translated in Kurdish

وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَعْبُدُ اللَّهَ عَلَىٰ حَرْفٍ ۖ فَإِنْ أَصَابَهُ خَيْرٌ اطْمَأَنَّ بِهِ ۖ وَإِنْ أَصَابَتْهُ فِتْنَةٌ انْقَلَبَ عَلَىٰ وَجْهِهِ خَسِرَ الدُّنْيَا وَالْآخِرَةَ ۚ ذَٰلِكَ هُوَ الْخُسْرَانُ الْمُبِينُ
Ji kesan hinek jî hene, perestîya Yezdan ji alîyekî da dikin (bi hemî ola wî bawer nakin), heke ji wî ra qencîyek hatibe, ewa bi wê qencîyê dihewe (qînata wî pê çêdibe). Heke ji wî ra aşîtek hatibe; hema li ser çavê xwe dikebe (dest davêje olan, bi xirabîya wan mijûl dibe). Ewî di cîhan û di para da jî (axiret) zîyan kirîye. Zîyana ber çavî eva ye
يَدْعُو مِنْ دُونِ اللَّهِ مَا لَا يَضُرُّهُ وَمَا لَا يَنْفَعُهُ ۚ ذَٰلِكَ هُوَ الضَّلَالُ الْبَعِيدُ
(Ewan dest ji perestîya Yezdan berdane) perestîya wan tiştên pêştirê Yezdan dikin, ku ewan tiştan jî ji wî ra ne kar û ne jî zirar didin. Rêwundabûna dûr eva ye
يَدْعُو لَمَنْ ضَرُّهُ أَقْرَبُ مِنْ نَفْعِهِ ۚ لَبِئْسَ الْمَوْلَىٰ وَلَبِئْسَ الْعَشِيرُ
Ewan perestîya wan tiştên, ku zîyana wan ji kara wan pirtir nêzîkê wan e, dikin. Bi rastî perestîya wan çiqa sikê serkarîtîyê ye û çiqa sikê hevaltîyê ye
إِنَّ اللَّهَ يُدْخِلُ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ ۚ إِنَّ اللَّهَ يَفْعَلُ مَا يُرِيدُ
Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Bi rastî Yezdan ewan dixe wan bihiştên di binê (darê wan da) çem dikişin. Loma Yezdan çi bivê, bi rastî ewî dike
مَنْ كَانَ يَظُنُّ أَنْ لَنْ يَنْصُرَهُ اللَّهُ فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ فَلْيَمْدُدْ بِسَبَبٍ إِلَى السَّمَاءِ ثُمَّ لْيَقْطَعْ فَلْيَنْظُرْ هَلْ يُذْهِبَنَّ كَيْدُهُ مَا يَغِيظُ
(Bi rastî Yezdan di cîhan û di para da, wê arîkarîya "Muhemmed" Pêxember bike). Kê goman bike, ku Yez-dan di cîhan û para da jî arîkarîya "Muhemmed” nake, îdî (gava dêna xwe dayê, ku Yezdan naha da arîkarîya pêxemberê xwe dike, hêrsa wî ji arîkardanê tê) ji bona hêrsdanîna xwe ra, bira serî li hemî çaran bixe; Ji bona xeniqandina xwe bira bendekî jor da dirêj bike, paşê bira xwe darda bike (xwe ji zemin raqetîne) îdî bira mêze bike; gelo ew hêrsa wî ye ku ji arîkarîya Yezdan hatîye bi vê endeza wî da, dikare arîkarîya Yezdan ji (pêxember) bide para da

Choose other languages: