Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #97 Translated in Kurdish

وَإِذْ أَخَذْنَا مِيثَاقَكُمْ وَرَفَعْنَا فَوْقَكُمُ الطُّورَ خُذُوا مَا آتَيْنَاكُمْ بِقُوَّةٍ وَاسْمَعُوا ۖ قَالُوا سَمِعْنَا وَعَصَيْنَا وَأُشْرِبُوا فِي قُلُوبِهِمُ الْعِجْلَ بِكُفْرِهِمْ ۚ قُلْ بِئْسَمَا يَأْمُرُكُمْ بِهِ إِيمَانُكُمْ إِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِنِينَ
Û di gava, ku me ji we peyman standibû; me çîyayê Tûr bi dîdevanî li ser we, bilind kir, ku hûn biryarne Tewratê bi hêz bigirin. Me ji bona we ra got: “Hûn (gelî zarne cihûyan!) ewan biryarne me ji we ra anîne bi hêz bigirin û guhdarî bikin.” Ewan gotibû: "Me bihîst û lê em bi gotina wî nakin." Û bi sedema filetîya wan, hezkirina golikê di dilê wan da nermojekî bûye. (Muhammed! Tu ji bona wan ra) bêje: “Heke hûn (bi golikê) bawer bikin, fermana bawerya we, ji bona we ra çi qa tiştekî sike
قُلْ إِنْ كَانَتْ لَكُمُ الدَّارُ الْآخِرَةُ عِنْدَ اللَّهِ خَالِصَةً مِنْ دُونِ النَّاسِ فَتَمَنَّوُا الْمَوْتَ إِنْ كُنْتُمْ صَادِقِينَ
(Muhammed! Tu ji bona wan ra) bêje: “Heke bi rastî li bal Yezdan (bihişt) xwurî ji bona we ra ne ji tu kesî ra nîne, heke hûn di doza xwe da rast in, îdî hûn xwazîya mirinê bikin.”
وَلَنْ يَتَمَنَّوْهُ أَبَدًا بِمَا قَدَّمَتْ أَيْدِيهِمْ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ بِالظَّالِمِينَ
Û lê bi sedema wan kedne, ku ewan hêj pêş da kirine tu carî ewan xwazîya mirinê nakin. Û Yezdan bi xweber jî pir rind bi cewrkaran dizane
وَلَتَجِدَنَّهُمْ أَحْرَصَ النَّاسِ عَلَىٰ حَيَاةٍ وَمِنَ الَّذِينَ أَشْرَكُوا ۚ يَوَدُّ أَحَدُهُمْ لَوْ يُعَمَّرُ أَلْفَ سَنَةٍ وَمَا هُوَ بِمُزَحْزِحِهِ مِنَ الْعَذَابِ أَنْ يُعَمَّرَ ۗ وَاللَّهُ بَصِيرٌ بِمَا يَعْمَلُونَ
Û tu rastê wan têyî, ku ewan ji hemû kesan pirtir ji jînê hez dikin û ewan hêj ji hevrî çêkeran pirtir jî ji jînê hez dikin; her yek ji wan hez dikin, ku hezar salî bijîn. Ewa jîna wan bi xweber jî, ewan ji şapatan nade paradanê û Yezdan bi xweber jî dibîne, ka ewan çi dikin
قُلْ مَنْ كَانَ عَدُوًّا لِجِبْرِيلَ فَإِنَّهُ نَزَّلَهُ عَلَىٰ قَلْبِكَ بِإِذْنِ اللَّهِ مُصَدِّقًا لِمَا بَيْنَ يَدَيْهِ وَهُدًى وَبُشْرَىٰ لِلْمُؤْمِنِينَ
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Kîjan ji bona Cibraîl ra neyartîyê dike, îdî (bira ewa bizane!) bi rastî (Cibraîl) ewa (Qur’ana) rastdara (wan biryarne berya xwe dike) ji bo ku ewa bibe beled û şîret, ji bona bawergeran ra li ser dilê te da hinartîye.”

Choose other languages: