Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #66 Translated in Kurdish

إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَالَّذِينَ هَادُوا وَالنَّصَارَىٰ وَالصَّابِئِينَ مَنْ آمَنَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَعَمِلَ صَالِحًا فَلَهُمْ أَجْرُهُمْ عِنْدَ رَبِّهِمْ وَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ
Bi rastî ewanê bawer kirine; (Misilman) û ewanê Cihû û ewanê Merinî (Îsawî) û ewanê sterk paris, hene! Ji wan kê bi Yezdan û bi dan û gavê paşîyî bawer bike û karê aştî jî kiribe, îdî ji bona wan ra li bal Xudayê wan, xelata wan heye û ji bona wan tirsa ji (şapatdan) û murû-zîya ji (kêm xelatîyê) tune ye
وَإِذْ أَخَذْنَا مِيثَاقَكُمْ وَرَفَعْنَا فَوْقَكُمُ الطُّورَ خُذُوا مَا آتَيْنَاكُمْ بِقُوَّةٍ وَاذْكُرُوا مَا فِيهِ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ
(Gelî zarae cihûyan!) ewê gava, ku me ji we peyman stand û me çîyayê Tûr li ser we da bilin kiribû, me ji we ra gotibû: “Hûn bi hêz ewan biryarne ku me ji we ra daye, bigirin û hûn ewan şîretne ku di wan biryaran da hene (bîra xwe bînin). Bi rastî di be ku hûn parisî biken.” (Ji ber, ku çîyayê Tûr şûnwar bûye ji bona niqandina pirtûka bi nav Tewrat, eva pirtûka jî ji bona jîyana wan bi komalî û rêna tekoşîna wan têda hebûye, îdî çîy ali bal wan bi rûmet û pîroz û bilind û bi abûr bûye)
ثُمَّ تَوَلَّيْتُمْ مِنْ بَعْدِ ذَٰلِكَ ۖ فَلَوْلَا فَضْلُ اللَّهِ عَلَيْكُمْ وَرَحْمَتُهُ لَكُنْتُمْ مِنَ الْخَاسِرِينَ
Paşê we dîsa pişta xwe daye peymanê, rûyê xwe fetilandine. Îdî heke rûmet û dilovanîya Yezdan e ku li ser we heye tune bûya, bi rastî hûnê bibûnan ji wanê ziyan kirine
وَلَقَدْ عَلِمْتُمُ الَّذِينَ اعْتَدَوْا مِنْكُمْ فِي السَّبْتِ فَقُلْنَا لَهُمْ كُونُوا قِرَدَةً خَاسِئِينَ
Bi sond! Hûn ewanê, ku di roya şemîyê da (neçîra masîyan kirine) ji biryaran borîne, dizanin; ka ewan kêne. Îdî me jî ji bona wan ra gotîye: “Hûn bibine meymûnê pê kenî û pintî.”(Ji piştî vê fermanê, ewan li kûdi xwûyan, komal bi wan dikenîyan; wusa bûn, îdî ji mala xwe derneketin, hinek ji wan di mala xwe da ji kovanan mirin)
فَجَعَلْنَاهَا نَكَالًا لِمَا بَيْنَ يَدَيْهَا وَمَا خَلْفَهَا وَمَوْعِظَةً لِلْمُتَّقِينَ
Îdî me ewa şapata, ji bona wan merivne di gava wan da dijîtên û ji bona wan merivne, ku di pey wan da mane, xistîye beratek e sodretî û ji bona xudaparisan jî xistîye şîret

Choose other languages: