Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #69 Translated in Kurdish

وَلَقَدْ عَلِمْتُمُ الَّذِينَ اعْتَدَوْا مِنْكُمْ فِي السَّبْتِ فَقُلْنَا لَهُمْ كُونُوا قِرَدَةً خَاسِئِينَ
Bi sond! Hûn ewanê, ku di roya şemîyê da (neçîra masîyan kirine) ji biryaran borîne, dizanin; ka ewan kêne. Îdî me jî ji bona wan ra gotîye: “Hûn bibine meymûnê pê kenî û pintî.”(Ji piştî vê fermanê, ewan li kûdi xwûyan, komal bi wan dikenîyan; wusa bûn, îdî ji mala xwe derneketin, hinek ji wan di mala xwe da ji kovanan mirin)
فَجَعَلْنَاهَا نَكَالًا لِمَا بَيْنَ يَدَيْهَا وَمَا خَلْفَهَا وَمَوْعِظَةً لِلْمُتَّقِينَ
Îdî me ewa şapata, ji bona wan merivne di gava wan da dijîtên û ji bona wan merivne, ku di pey wan da mane, xistîye beratek e sodretî û ji bona xudaparisan jî xistîye şîret
وَإِذْ قَالَ مُوسَىٰ لِقَوْمِهِ إِنَّ اللَّهَ يَأْمُرُكُمْ أَنْ تَذْبَحُوا بَقَرَةً ۖ قَالُوا أَتَتَّخِذُنَا هُزُوًا ۖ قَالَ أَعُوذُ بِاللَّهِ أَنْ أَكُونَ مِنَ الْجَاهِلِينَ
Di gava Mûsa ji bona komalê xwe ra gotîye: “Gelê min! Bi rastî Yezdan fermana we kirîye, ku hûn çêlekekî ser jê bikin.” Ewan ji Mûsa ra gotine: “Qey tu bi me tinazan dikî?” Mûsa gotîye: “Ez xwe davêjime Yezdan, ku min ji nezanan biparisîne.”
قَالُوا ادْعُ لَنَا رَبَّكَ يُبَيِّنْ لَنَا مَا هِيَ ۚ قَالَ إِنَّهُ يَقُولُ إِنَّهَا بَقَرَةٌ لَا فَارِضٌ وَلَا بِكْرٌ عَوَانٌ بَيْنَ ذَٰلِكَ ۖ فَافْعَلُوا مَا تُؤْمَرُونَ
Ewan ji (Mûsa ra) gotinê: “Ka (Mûsa!) tu ji Xudayê xwe lava bike, bira ji bona me ra diyar bike; ewa dewarek e çane?” (Mûsa ji bona wan ra) gotîye: “Bi rastî Xuda dibêje; ku ewa dewarek e wusa ne; ne pîr e û ne jî ciwan e, nîvwarî ye: îdî hûn bi tişta hatine ferman kirinê pêk bînin.”
قَالُوا ادْعُ لَنَا رَبَّكَ يُبَيِّنْ لَنَا مَا لَوْنُهَا ۚ قَالَ إِنَّهُ يَقُولُ إِنَّهَا بَقَرَةٌ صَفْرَاءُ فَاقِعٌ لَوْنُهَا تَسُرُّ النَّاظِرِينَ
Ewan ji (Mûsa ra) gotinê: “(Mûsa!) tu ji bona me ji Xudayê xwe lava bike, bira ji bona me ra diyar bike, ka rengê wê çane?” (Mûsa ji wan ra) gotîye: “Bi rastî Xuda dibêje rengê wê zerekî wusa ne, di gava yek li mêze bike ewa mêzegreêê xwe şa dike.”

Choose other languages: