Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #64 Translated in Kurdish

وَإِذِ اسْتَسْقَىٰ مُوسَىٰ لِقَوْمِهِ فَقُلْنَا اضْرِبْ بِعَصَاكَ الْحَجَرَ ۖ فَانْفَجَرَتْ مِنْهُ اثْنَتَا عَشْرَةَ عَيْنًا ۖ قَدْ عَلِمَ كُلُّ أُنَاسٍ مَشْرَبَهُمْ ۖ كُلُوا وَاشْرَبُوا مِنْ رِزْقِ اللَّهِ وَلَا تَعْثَوْا فِي الْأَرْضِ مُفْسِدِينَ
Û gavekî Mûsa ji bona komalê xwe ra li avê digerîya, îdî me jî ji Mûsa ra got: “Tu gopalê xwe li kevir bixe.” Ji piştî ku Mûsa bi gopal li kevir da, ji kevir danzdeh kanî zan. Bi sond! Hemûşk kesan şûna av vexwarina xwe, dizanîyan. Hûn ji wan xwerin û vexwirinê, ku Yezdan ji bona we ra xistîye rozînî bixun û vexun û hûn di zemîn da bi tevdanî negerin (ji rêya rast dernekebin)
وَإِذْ قُلْتُمْ يَا مُوسَىٰ لَنْ نَصْبِرَ عَلَىٰ طَعَامٍ وَاحِدٍ فَادْعُ لَنَا رَبَّكَ يُخْرِجْ لَنَا مِمَّا تُنْبِتُ الْأَرْضُ مِنْ بَقْلِهَا وَقِثَّائِهَا وَفُومِهَا وَعَدَسِهَا وَبَصَلِهَا ۖ قَالَ أَتَسْتَبْدِلُونَ الَّذِي هُوَ أَدْنَىٰ بِالَّذِي هُوَ خَيْرٌ ۚ اهْبِطُوا مِصْرًا فَإِنَّ لَكُمْ مَا سَأَلْتُمْ ۗ وَضُرِبَتْ عَلَيْهِمُ الذِّلَّةُ وَالْمَسْكَنَةُ وَبَاءُوا بِغَضَبٍ مِنَ اللَّهِ ۗ ذَٰلِكَ بِأَنَّهُمْ كَانُوا يَكْفُرُونَ بِآيَاتِ اللَّهِ وَيَقْتُلُونَ النَّبِيِّينَ بِغَيْرِ الْحَقِّ ۗ ذَٰلِكَ بِمَا عَصَوْا وَكَانُوا يَعْتَدُونَ
Û hûn (gelî zarne cihûyan! Evan qencîne me ne borî bîra xwe binin). Di gava we ji bona Mûsa ra gotibû;” Mûsa! Bi rastî em li ser xwarineke bi tenê nanivin. Îdî tu ji bona me ra bi lavatî gazî Xudayê xwe bike, ji bo, ku Xuda ji bona me ra tiştne zemin hêşîn dike ji zêrzewadan; kundur û xîyar û sîr û nisk û pîvazne ji zemin derdikebin bide me.” (Mûsa) Ji bona wan ra gotîye: “Qey hûn divên, ku ewan xwarinne qenc, bi wan xwarinne ne qenc bi guhurin? Hûn hemûşk îdî berjêrê bajar bin, bi rastî di bajara da ji bona we ra, hûn çi bixwazin heye.” Û li ser wan evsenetî û belengazî hatîye vegirtinê û ewan rastê xeşmeke ji Yezdan hatine. Evan şapatan, bi sedema ku ewan bi beratenê Yezdan dibûne file (bawer ne dikirin) Pêxemberne Yezdan bê mafî dikuştin, loma bi wan da hatîye. Erê! Eva şapata bi sedema gu-nehkarya wan û bi sedema ji re derketina wan e bi cewrkarî, bi wan da hatîye
إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَالَّذِينَ هَادُوا وَالنَّصَارَىٰ وَالصَّابِئِينَ مَنْ آمَنَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَعَمِلَ صَالِحًا فَلَهُمْ أَجْرُهُمْ عِنْدَ رَبِّهِمْ وَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ
Bi rastî ewanê bawer kirine; (Misilman) û ewanê Cihû û ewanê Merinî (Îsawî) û ewanê sterk paris, hene! Ji wan kê bi Yezdan û bi dan û gavê paşîyî bawer bike û karê aştî jî kiribe, îdî ji bona wan ra li bal Xudayê wan, xelata wan heye û ji bona wan tirsa ji (şapatdan) û murû-zîya ji (kêm xelatîyê) tune ye
وَإِذْ أَخَذْنَا مِيثَاقَكُمْ وَرَفَعْنَا فَوْقَكُمُ الطُّورَ خُذُوا مَا آتَيْنَاكُمْ بِقُوَّةٍ وَاذْكُرُوا مَا فِيهِ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ
(Gelî zarae cihûyan!) ewê gava, ku me ji we peyman stand û me çîyayê Tûr li ser we da bilin kiribû, me ji we ra gotibû: “Hûn bi hêz ewan biryarne ku me ji we ra daye, bigirin û hûn ewan şîretne ku di wan biryaran da hene (bîra xwe bînin). Bi rastî di be ku hûn parisî biken.” (Ji ber, ku çîyayê Tûr şûnwar bûye ji bona niqandina pirtûka bi nav Tewrat, eva pirtûka jî ji bona jîyana wan bi komalî û rêna tekoşîna wan têda hebûye, îdî çîy ali bal wan bi rûmet û pîroz û bilind û bi abûr bûye)
ثُمَّ تَوَلَّيْتُمْ مِنْ بَعْدِ ذَٰلِكَ ۖ فَلَوْلَا فَضْلُ اللَّهِ عَلَيْكُمْ وَرَحْمَتُهُ لَكُنْتُمْ مِنَ الْخَاسِرِينَ
Paşê we dîsa pişta xwe daye peymanê, rûyê xwe fetilandine. Îdî heke rûmet û dilovanîya Yezdan e ku li ser we heye tune bûya, bi rastî hûnê bibûnan ji wanê ziyan kirine

Choose other languages: