Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #247 Translated in Kurdish

أَلَمْ تَرَ إِلَى الَّذِينَ خَرَجُوا مِنْ دِيَارِهِمْ وَهُمْ أُلُوفٌ حَذَرَ الْمَوْتِ فَقَالَ لَهُمُ اللَّهُ مُوتُوا ثُمَّ أَحْيَاهُمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ لَذُو فَضْلٍ عَلَى النَّاسِ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَشْكُرُونَ
Ma qey tu li bal wan merivne ku bi hezaran, ji tirsa (merga) mirinê ji welatê xwe derketine mêze nakî ? Îdî Yezdan ji bona wan ra gotîye: “Hûn bimirin.” (Ewan mirine) Paşê (Yezdan) ewanan zinde kirine. Bi rastî rûmeta Yezdan li ser kesan heye û lê pirne kesan jî sipazîya Yezdan nakin
وَقَاتِلُوا فِي سَبِيلِ اللَّهِ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Û hûn (gelî bawergeran!) di rêya Yezdan da qirînê bikin. Û hûn bizanin! Bi rastî Yezdan dibêhê û dizane
مَنْ ذَا الَّذِي يُقْرِضُ اللَّهَ قَرْضًا حَسَنًا فَيُضَاعِفَهُ لَهُ أَضْعَافًا كَثِيرَةً ۚ وَاللَّهُ يَقْبِضُ وَيَبْسُطُ وَإِلَيْهِ تُرْجَعُونَ
Kîjan ji bona qayîlbûna Yezdan deynekî bi qencî bide, îdî Yezdan jî ji bona wî ra hemberya wî deynî (bi peywestî pir dike) û Yezdan bi xweber e, şixwa mal dide û distîne. Bi rastî hûnê li bal wî da bizivirin
أَلَمْ تَرَ إِلَى الْمَلَإِ مِنْ بَنِي إِسْرَائِيلَ مِنْ بَعْدِ مُوسَىٰ إِذْ قَالُوا لِنَبِيٍّ لَهُمُ ابْعَثْ لَنَا مَلِكًا نُقَاتِلْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ ۖ قَالَ هَلْ عَسَيْتُمْ إِنْ كُتِبَ عَلَيْكُمُ الْقِتَالُ أَلَّا تُقَاتِلُوا ۖ قَالُوا وَمَا لَنَا أَلَّا نُقَاتِلَ فِي سَبِيلِ اللَّهِ وَقَدْ أُخْرِجْنَا مِنْ دِيَارِنَا وَأَبْنَائِنَا ۖ فَلَمَّا كُتِبَ عَلَيْهِمُ الْقِتَالُ تَوَلَّوْا إِلَّا قَلِيلًا مِنْهُمْ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ بِالظَّالِمِينَ
Ma qey tu li bal wan serokne, ji zananê cihûyan, ku ji piştî Mûsa da hatine, mêze nakî? Di gava ewan ji bona pêxemberne xwe ra gotibûne: “Ka (pêxember!) tu ji bona me ra serokekî bişîne, ku em di binê seroktîya wî da di rêya Yezdan da qirînê bikin.” Û (pêxember ji wan ra) gotîye: “Heke qirîn li ser we bivê nevê bê nivîsandinê. Îjar hûn jî qirînê nekin? (Ewan ji bona pêxember ra) gotine: “Emê ça di rêya Yezdan da bi wan ne yaran ra qirînê nekin û em bi xweber jî ji welatê xwe û di nava zarne xwe da hatine derxistinê (dûre wan ketine)?” Îdî di gava qirînkirin, li ser wan (bi vê nevê) hate nivîsandinê ji pêştirê hindikne ji wan, hemûşka jî berê xwe ji qirînê fetilandin. Û Yezdan bi cewrkaran pir dizane
وَقَالَ لَهُمْ نَبِيُّهُمْ إِنَّ اللَّهَ قَدْ بَعَثَ لَكُمْ طَالُوتَ مَلِكًا ۚ قَالُوا أَنَّىٰ يَكُونُ لَهُ الْمُلْكُ عَلَيْنَا وَنَحْنُ أَحَقُّ بِالْمُلْكِ مِنْهُ وَلَمْ يُؤْتَ سَعَةً مِنَ الْمَالِ ۚ قَالَ إِنَّ اللَّهَ اصْطَفَاهُ عَلَيْكُمْ وَزَادَهُ بَسْطَةً فِي الْعِلْمِ وَالْجِسْمِ ۖ وَاللَّهُ يُؤْتِي مُلْكَهُ مَنْ يَشَاءُ ۚ وَاللَّهُ وَاسِعٌ عَلِيمٌ
Û pêxemberê wan, ji bona wan ra gotîbûye: “Bi rastî Yezdan ji bona we ra (Talût) bi seroktî şandîye.” Ewan ji bona pêxemberê xwe ra gotine: “Ka seroktîya wî li ser me ça çê dibe û em bi xweber jî ji wî çêtir babetê seroktîyêne û ji bona wî bi xweber jî maldaryek e mezin nehatîye dayînê?” Pêxemberê wen ji wan ra gotibûye: “Bi rastî Yezdan ewa ji bona we ra hêlbijartîye û Yezdan ewa bi gewde û bi zanîn pir kirîye. Yezdan seroktî û maldarya xwe ji bona evîne xwe ra dide.” Û Yezdan bi xeber jî maldarê pir zana ye

Choose other languages: