Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #217 Translated in Kurdish

كَانَ النَّاسُ أُمَّةً وَاحِدَةً فَبَعَثَ اللَّهُ النَّبِيِّينَ مُبَشِّرِينَ وَمُنْذِرِينَ وَأَنْزَلَ مَعَهُمُ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ لِيَحْكُمَ بَيْنَ النَّاسِ فِيمَا اخْتَلَفُوا فِيهِ ۚ وَمَا اخْتَلَفَ فِيهِ إِلَّا الَّذِينَ أُوتُوهُ مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَتْهُمُ الْبَيِّنَاتُ بَغْيًا بَيْنَهُمْ ۖ فَهَدَى اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا لِمَا اخْتَلَفُوا فِيهِ مِنَ الْحَقِّ بِإِذْنِهِ ۗ وَاللَّهُ يَهْدِي مَنْ يَشَاءُ إِلَىٰ صِرَاطٍ مُسْتَقِيمٍ
Di cara yekem da hemûşk meriv komeke bi tenê bûne, Yezdan li bal wan da bi mizgînvanî û bi tirs darokî pêxember şandine û (Yezdan) bi wan (pêxemberan ra) pirtûk bi mafî hinartîye, ji bo ku ewan (pêxemberan) bi wan (pirtûkan) di nava (merivan da) di wan tiştne ku (meriv) têda ne wek hev bûne, berewanî bikin. Ji pêştirê wan kesne ku ji wan ra berate hatine, paşê ewan di (ramanê xwe da) ji dexesîya di nava wan da heyî ne wek hev bûne, tu kesî (di wan biryaran da) ne wekhevbûnî nekirine. Îdî Yezdan ewanê, ku bawer kirine bi dustûra xwe ewan ji ne wekhevbûna wanan, kîjan rêya rast e li bal wî da anîye. Bi rastî Yezdan evînê xwe li bal rêya rast da tîne
أَمْ حَسِبْتُمْ أَنْ تَدْخُلُوا الْجَنَّةَ وَلَمَّا يَأْتِكُمْ مَثَلُ الَّذِينَ خَلَوْا مِنْ قَبْلِكُمْ ۖ مَسَّتْهُمُ الْبَأْسَاءُ وَالضَّرَّاءُ وَزُلْزِلُوا حَتَّىٰ يَقُولَ الرَّسُولُ وَالَّذِينَ آمَنُوا مَعَهُ مَتَىٰ نَصْرُ اللَّهِ ۗ أَلَا إِنَّ نَصْرَ اللَّهِ قَرِيبٌ
Qey (gelî koma Muhemmed!) hûn guman dikin, ku hûn herne bihiştê, wekî wan cefane, ku bi serê wan komne berya we da hatibû, bi serê we da neyê? (Cefa danne wusa hatibû serê wan) ji tirs û tengasî û zemîn hejî, ewanê bawer kiribûn bi tevê pêxemberê xwe va aha lava di kiribûne: “Gelo îdî arîkarya Yezdan ji bona me ra we kengê be?” Hûn bizanin! Bi rastî arîkarya Yezdan nêzîk e
يَسْأَلُونَكَ مَاذَا يُنْفِقُونَ ۖ قُلْ مَا أَنْفَقْتُمْ مِنْ خَيْرٍ فَلِلْوَالِدَيْنِ وَالْأَقْرَبِينَ وَالْيَتَامَىٰ وَالْمَسَاكِينِ وَابْنِ السَّبِيلِ ۗ وَمَا تَفْعَلُوا مِنْ خَيْرٍ فَإِنَّ اللَّهَ بِهِ عَلِيمٌ
(Muhemmed!) ewan ji te dipirsin: “Ka ewanê di rêya Xuda da çi bidin?” Tu ji bona wan ra bêje: “Hûn ji qencîyan çi bikin, îdî ewa qencîya ji bona da û bav û pismam û sêwîyan û belengaz û rêwîne rêyan bikin.” Hûn çi qa qencîyekî bikin, şixwa Yezdan bi wî dizane
كُتِبَ عَلَيْكُمُ الْقِتَالُ وَهُوَ كُرْهٌ لَكُمْ ۖ وَعَسَىٰ أَنْ تَكْرَهُوا شَيْئًا وَهُوَ خَيْرٌ لَكُمْ ۖ وَعَسَىٰ أَنْ تُحِبُّوا شَيْئًا وَهُوَ شَرٌّ لَكُمْ ۗ وَاللَّهُ يَعْلَمُ وَأَنْتُمْ لَا تَعْلَمُونَ
Qirîn li ser we bi vê nevê hatîye nivîsandinê û qirîn kirin bi xweber jî ji bona we ra miçîzî tê. Guman e, ku tişta hûn jê mîçîzê xwe tînin, ewa ji bona we ra qencî be û guman e, tişta ku hûn jê hez kin, ewa bi xweber jî ji bona we ra qencî nebe. Û Yezdan dizane, hûn bi xwber pê nizanin
يَسْأَلُونَكَ عَنِ الشَّهْرِ الْحَرَامِ قِتَالٍ فِيهِ ۖ قُلْ قِتَالٌ فِيهِ كَبِيرٌ ۖ وَصَدٌّ عَنْ سَبِيلِ اللَّهِ وَكُفْرٌ بِهِ وَالْمَسْجِدِ الْحَرَامِ وَإِخْرَاجُ أَهْلِهِ مِنْهُ أَكْبَرُ عِنْدَ اللَّهِ ۚ وَالْفِتْنَةُ أَكْبَرُ مِنَ الْقَتْلِ ۗ وَلَا يَزَالُونَ يُقَاتِلُونَكُمْ حَتَّىٰ يَرُدُّوكُمْ عَنْ دِينِكُمْ إِنِ اسْتَطَاعُوا ۚ وَمَنْ يَرْتَدِدْ مِنْكُمْ عَنْ دِينِهِ فَيَمُتْ وَهُوَ كَافِرٌ فَأُولَٰئِكَ حَبِطَتْ أَعْمَالُهُمْ فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ ۖ وَأُولَٰئِكَ أَصْحَابُ النَّارِ ۖ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ
(Muhemmed!) Ewan ji te qirîna di wan mehne, ku qirîn di wan da qedexe ne, dipirsin. Tu ji wan ra bêje: “Bi rastî di wan mehan da qirîn pir gunehekî mezin e, lê fetilandina (berê merivan) ji rêya Yezdan û filetîya bi Yezdan û para dana merivan ji mizgevta (bi nav) Mescid el-Heramê û derxistina komalê wî (bajarî) ji wura, li bal Yezdan bi gunehî hêj ji qirîna di wan da meztir e û bi rastî şeytanî û tevdanî, ji kuştinê meztir e. Heke ewan (filan) bikaribin haya ku ewan we ji ola we nezivirînin wê bi we ra qirînê bikin, û ji we kîjan ji ola xwe derkebe dîsa bibe file, îdî paşê ewa bi filetî jî miribe, evan in ku keda wanê di cihanê da kirî, di cihan û di dan û gavê para da jî şewîtîye. Û hevrînê agir, evan in evan bi xweber jî di agir da hey dimînin

Choose other languages: