Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #220 Translated in Kurdish

كُتِبَ عَلَيْكُمُ الْقِتَالُ وَهُوَ كُرْهٌ لَكُمْ ۖ وَعَسَىٰ أَنْ تَكْرَهُوا شَيْئًا وَهُوَ خَيْرٌ لَكُمْ ۖ وَعَسَىٰ أَنْ تُحِبُّوا شَيْئًا وَهُوَ شَرٌّ لَكُمْ ۗ وَاللَّهُ يَعْلَمُ وَأَنْتُمْ لَا تَعْلَمُونَ
Qirîn li ser we bi vê nevê hatîye nivîsandinê û qirîn kirin bi xweber jî ji bona we ra miçîzî tê. Guman e, ku tişta hûn jê mîçîzê xwe tînin, ewa ji bona we ra qencî be û guman e, tişta ku hûn jê hez kin, ewa bi xweber jî ji bona we ra qencî nebe. Û Yezdan dizane, hûn bi xwber pê nizanin
يَسْأَلُونَكَ عَنِ الشَّهْرِ الْحَرَامِ قِتَالٍ فِيهِ ۖ قُلْ قِتَالٌ فِيهِ كَبِيرٌ ۖ وَصَدٌّ عَنْ سَبِيلِ اللَّهِ وَكُفْرٌ بِهِ وَالْمَسْجِدِ الْحَرَامِ وَإِخْرَاجُ أَهْلِهِ مِنْهُ أَكْبَرُ عِنْدَ اللَّهِ ۚ وَالْفِتْنَةُ أَكْبَرُ مِنَ الْقَتْلِ ۗ وَلَا يَزَالُونَ يُقَاتِلُونَكُمْ حَتَّىٰ يَرُدُّوكُمْ عَنْ دِينِكُمْ إِنِ اسْتَطَاعُوا ۚ وَمَنْ يَرْتَدِدْ مِنْكُمْ عَنْ دِينِهِ فَيَمُتْ وَهُوَ كَافِرٌ فَأُولَٰئِكَ حَبِطَتْ أَعْمَالُهُمْ فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ ۖ وَأُولَٰئِكَ أَصْحَابُ النَّارِ ۖ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ
(Muhemmed!) Ewan ji te qirîna di wan mehne, ku qirîn di wan da qedexe ne, dipirsin. Tu ji wan ra bêje: “Bi rastî di wan mehan da qirîn pir gunehekî mezin e, lê fetilandina (berê merivan) ji rêya Yezdan û filetîya bi Yezdan û para dana merivan ji mizgevta (bi nav) Mescid el-Heramê û derxistina komalê wî (bajarî) ji wura, li bal Yezdan bi gunehî hêj ji qirîna di wan da meztir e û bi rastî şeytanî û tevdanî, ji kuştinê meztir e. Heke ewan (filan) bikaribin haya ku ewan we ji ola we nezivirînin wê bi we ra qirînê bikin, û ji we kîjan ji ola xwe derkebe dîsa bibe file, îdî paşê ewa bi filetî jî miribe, evan in ku keda wanê di cihanê da kirî, di cihan û di dan û gavê para da jî şewîtîye. Û hevrînê agir, evan in evan bi xweber jî di agir da hey dimînin
إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَالَّذِينَ هَاجَرُوا وَجَاهَدُوا فِي سَبِيلِ اللَّهِ أُولَٰئِكَ يَرْجُونَ رَحْمَتَ اللَّهِ ۚ وَاللَّهُ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Bi rastî ewanê bawer kirine û di rêya Yezdan da ji welatê xwe koç kirine derketine û ji bona qayîlbûna di rêya Yezdan da tekoşîn dikin hene! Ewanê dilovanîya Yezdan guman dikin evan in. Û Yezdan bi xweber jî baxişkarê dilovîn e
يَسْأَلُونَكَ عَنِ الْخَمْرِ وَالْمَيْسِرِ ۖ قُلْ فِيهِمَا إِثْمٌ كَبِيرٌ وَمَنَافِعُ لِلنَّاسِ وَإِثْمُهُمَا أَكْبَرُ مِنْ نَفْعِهِمَا ۗ وَيَسْأَلُونَكَ مَاذَا يُنْفِقُونَ قُلِ الْعَفْوَ ۗ كَذَٰلِكَ يُبَيِّنُ اللَّهُ لَكُمُ الْآيَاتِ لَعَلَّكُمْ تَتَفَكَّرُونَ
(Muhemmed!) Ewan ji te ra durist bûn û qedexenê mey û xumarê dipirsin. Tu (ji bona wan ra) bêje: “Di wan herdukan da jî ji bona merivan gunehne mezin û kêrhatin hene. Lê gunehne wan herdukan jî ji kêrhatina wan herdukan meztir e.” Ewan ji te dipirsin: “Ka ewanê ji bona hewcan ra çi bidin?” Tu ji bona wan ra bêje: “Baxişandin (yanî malê ji ber hewcene we mane ya jî malê durist û paqij bidine wan)”. Bi vî awayî Yezdan ji bona we ra beratenê xwe vedike. Bi rastî dibe ku hûn di beratenê Xuda da ramanî bikin
فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ ۗ وَيَسْأَلُونَكَ عَنِ الْيَتَامَىٰ ۖ قُلْ إِصْلَاحٌ لَهُمْ خَيْرٌ ۖ وَإِنْ تُخَالِطُوهُمْ فَإِخْوَانُكُمْ ۚ وَاللَّهُ يَعْلَمُ الْمُفْسِدَ مِنَ الْمُصْلِحِ ۚ وَلَوْ شَاءَ اللَّهُ لَأَعْنَتَكُمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
Ka Yezdan di cihan û di dan û gavê para da çi armanc kirîye? Ewan ji te mafê sêwîyan dipirsin. Tu (ji bona wan ra) bêje: “Heke hûn ji bona wan ra bi aştî (malê wanji wan ra bihêvîşînin) çêtir e û heke hûn tevê wan bibin (malê wan tevê malê xwe bikin, bi hev ra di cîyekî da bijîn) şixwa îdi ewan sêwîyan biranê we ne (bi hev ra bijîn). Û Yezdan bi xweber jî bi tevdanok û bi aştîkaran dizane. Û heke Yezdan biva wê hûn bixistina tengasî û cefadanê. Bi rastî Yezdan servahatê bijejke ye

Choose other languages: