Surah Al-Baqara Ayahs #178 Translated in Kurdish
إِنَّ الَّذِينَ يَكْتُمُونَ مَا أَنْزَلَ اللَّهُ مِنَ الْكِتَابِ وَيَشْتَرُونَ بِهِ ثَمَنًا قَلِيلًا ۙ أُولَٰئِكَ مَا يَأْكُلُونَ فِي بُطُونِهِمْ إِلَّا النَّارَ وَلَا يُكَلِّمُهُمُ اللَّهُ يَوْمَ الْقِيَامَةِ وَلَا يُزَكِّيهِمْ وَلَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Bi rastî ewanê, ku beratenê Yezdan ji pirtûkê hinartinê vedişêrin, ji bo ku ewan (beratenê di pirtûkê da) bi perekî hindik bifiroşin, hene! Evanan zikê xwe hey bi agir tijî kirine. (Ewan tiştne ku ewan bi beratan kirine, xurina ewa agir e). Di roya rabûna hemûtî da Yezdan bi wan ra napeyîve û ewan ji gunehan paqij nake. Ji bona wan bi xweber jî şapatek e dilsoz heye
أُولَٰئِكَ الَّذِينَ اشْتَرَوُا الضَّلَالَةَ بِالْهُدَىٰ وَالْعَذَابَ بِالْمَغْفِرَةِ ۚ فَمَا أَصْبَرَهُمْ عَلَى النَّارِ
Ewanê rêya rast bi rêya xar û baxişandin bi şapatê kirîne, hene! Evan bi xweber in. Îdî gelo ewan li ser agir ça hew dikin
ذَٰلِكَ بِأَنَّ اللَّهَ نَزَّلَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ ۗ وَإِنَّ الَّذِينَ اخْتَلَفُوا فِي الْكِتَابِ لَفِي شِقَاقٍ بَعِيدٍ
Ji bo, ku Yezdan bi mafî pirtûk hinartibû, ewan (bawer ne dikir eva şapat bi wan da hatîye). Ewanê di pirtûkê da ne wekhevbûn e hene! Bi rastî ewan di ne wekhevbûnek e dûr danin
لَيْسَ الْبِرَّ أَنْ تُوَلُّوا وُجُوهَكُمْ قِبَلَ الْمَشْرِقِ وَالْمَغْرِبِ وَلَٰكِنَّ الْبِرَّ مَنْ آمَنَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَالْمَلَائِكَةِ وَالْكِتَابِ وَالنَّبِيِّينَ وَآتَى الْمَالَ عَلَىٰ حُبِّهِ ذَوِي الْقُرْبَىٰ وَالْيَتَامَىٰ وَالْمَسَاكِينَ وَابْنَ السَّبِيلِ وَالسَّائِلِينَ وَفِي الرِّقَابِ وَأَقَامَ الصَّلَاةَ وَآتَى الزَّكَاةَ وَالْمُوفُونَ بِعَهْدِهِمْ إِذَا عَاهَدُوا ۖ وَالصَّابِرِينَ فِي الْبَأْسَاءِ وَالضَّرَّاءِ وَحِينَ الْبَأْسِ ۗ أُولَٰئِكَ الَّذِينَ صَدَقُوا ۖ وَأُولَٰئِكَ هُمُ الْمُتَّقُونَ
Bi rastî berdana we ye ku hûn berê xwe didine alîyê rojhilat û rojava ji qencîyan nîne, lê qencîya rast (qencîya wî kesê) ku ewa bi Yezdan û bi dan û gavê para da û bi firiştan û bi pirtûkan û bi pêxemberan bawer kirîye û (qenciya wî kesê) ji bona hez kirina (Yezdan) mal, ji bona pismam û sêwîyan û xezanan û rêwîyên rêyan û xwustevanan û ji bona azadîya bende û zebûnan, dabe. Û (qencîya wî kesê) nimêj kiribe û baca malê xwe dabe û (qencîya wan kesne) di gava peyman ji bona hev ra dabin, peymana xwe pêk tînin, Û (gencîya wî kesê) di tirs û tengayî û di gava tirsê da jî hew hewdanok in. Evanê bi van salixan in, rast in û evan bi xweber in hey Yezdan parisî dikin
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا كُتِبَ عَلَيْكُمُ الْقِصَاصُ فِي الْقَتْلَى ۖ الْحُرُّ بِالْحُرِّ وَالْعَبْدُ بِالْعَبْدِ وَالْأُنْثَىٰ بِالْأُنْثَىٰ ۚ فَمَنْ عُفِيَ لَهُ مِنْ أَخِيهِ شَيْءٌ فَاتِّبَاعٌ بِالْمَعْرُوفِ وَأَدَاءٌ إِلَيْهِ بِإِحْسَانٍ ۗ ذَٰلِكَ تَخْفِيفٌ مِنْ رَبِّكُمْ وَرَحْمَةٌ ۗ فَمَنِ اعْتَدَىٰ بَعْدَ ذَٰلِكَ فَلَهُ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Gelî bawergeran! Tûl hildan di kuştinê da, li ser we bi vê nevê bûye. (Kuştin hemberîye; kîjan meriv ku merivekî bikuje, ewa kujraw jî tê kuştinê). Merivê azad bi azadekî mayî û merivekî bende bi bendekî mayî û jinek bi jinek e maî bihemberîne. Û heke kujraw ji alîye bira (û xwayîn e) kuştî da hate baxişandinê, îdî (divê ku kujraw) bibne peyrewê (xwûyê ku di nava wan da heyî) û ji bona (mîrat xurne kuştî ra xûnê) bidin. Eva (baxişandin û xûndana) bi vî awayî (ji bona we ra) ji Xudayê we sivikatî û dilovanîyek e (daye we). Îdî ji piştê (van biryaran) kîjan (evan biryaran rake û disa ne yartî bike) ji bona wî ra şapatek e dilsoz heye
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
