Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ankabut Ayahs #51 Translated in Kurdish

وَكَذَٰلِكَ أَنْزَلْنَا إِلَيْكَ الْكِتَابَ ۚ فَالَّذِينَ آتَيْنَاهُمُ الْكِتَابَ يُؤْمِنُونَ بِهِ ۖ وَمِنْ هَٰؤُلَاءِ مَنْ يُؤْمِنُ بِهِ ۚ وَمَا يَجْحَدُ بِآيَاتِنَا إِلَّا الْكَافِرُونَ
Me li bal te da pirtûkeke wusa hinartîye (ewa bi xweber jî rastîya wan pirtûkê berya wê da hatine hinartinê di der e) ewanê, ku me ji wan ra pirtûk daye hene! Bi vê pirtûka (ku me li bal te da hinartîye) bawer dikin. Ji van (ereban jî) ewê bi vê (pirtûkê) bawer dikin hene. Ji pêştirê filan tu kes beratên me (bi filetî) venaşêrin
وَمَا كُنْتَ تَتْلُو مِنْ قَبْلِهِ مِنْ كِتَابٍ وَلَا تَخُطُّهُ بِيَمِينِكَ ۖ إِذًا لَارْتَابَ الْمُبْطِلُونَ
(Muhemmed!) Te di berya (Qur’anê da) qe tu pirtûk (nikarbû) bixwunda û te bi destê xwe yê rastê jî qe tu pirtûkek (nikaribû) binivîsanda, heke te (ewan xwundin û nivîsandin bikarbûya bikira) wê gavê ewanê, ku (ji bona) pûçaya (Qur’anê) xebatê dikin hene! Wê di rastîya (Qur’anê da) dudil bibûnan
بَلْ هُوَ آيَاتٌ بَيِّنَاتٌ فِي صُدُورِ الَّذِينَ أُوتُوا الْعِلْمَ ۚ وَمَا يَجْحَدُ بِآيَاتِنَا إِلَّا الظَّالِمُونَ
(Gotina wan filan nîne) lê ewa (Qur’ana) hinek beratên hizwartîne; di singê wanê, ku zanîn ji bona wan ra hatîye dayînê (di çûwule) maye. Ji pêştirê cewrkaran qe tu kes beratên me (bi fileti) venaşêrin
وَقَالُوا لَوْلَا أُنْزِلَ عَلَيْهِ آيَاتٌ مِنْ رَبِّهِ ۖ قُلْ إِنَّمَا الْآيَاتُ عِنْدَ اللَّهِ وَإِنَّمَا أَنَا نَذِيرٌ مُبِينٌ
Ewan (filan ji hev ra aha) gotine: "Heke Ji Xudayê (Muhemmed) li ser wî da hinek beratên (derhoze, ça ji Mûsa ra hatine hinartinê hatibûya hinartinê (dibû ku me jî bi wî bawer bikira". Muhammed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî beratên (derhoze) hey li bal Yezdan in. Ez bi xweber jî li ber çavan hey hişyarvanek im
أَوَلَمْ يَكْفِهِمْ أَنَّا أَنْزَلْنَا عَلَيْكَ الْكِتَابَ يُتْلَىٰ عَلَيْهِمْ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَرَحْمَةً وَذِكْرَىٰ لِقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ
Ma qey ewa pirtûka, ku me li ser te da hinartîye, tu jî ji wan ra (bi beratî) dixwunî, têra wana nake (ewan beratên maî ji te dixwazin)? Bi rastî ji bona komalê bawer kirine, di vê (Qur’anê da) dilovîn û bîrxistineke (bê paşî heye)

Choose other languages: