Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ankabut Ayahs #54 Translated in Kurdish

وَقَالُوا لَوْلَا أُنْزِلَ عَلَيْهِ آيَاتٌ مِنْ رَبِّهِ ۖ قُلْ إِنَّمَا الْآيَاتُ عِنْدَ اللَّهِ وَإِنَّمَا أَنَا نَذِيرٌ مُبِينٌ
Ewan (filan ji hev ra aha) gotine: "Heke Ji Xudayê (Muhemmed) li ser wî da hinek beratên (derhoze, ça ji Mûsa ra hatine hinartinê hatibûya hinartinê (dibû ku me jî bi wî bawer bikira". Muhammed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî beratên (derhoze) hey li bal Yezdan in. Ez bi xweber jî li ber çavan hey hişyarvanek im
أَوَلَمْ يَكْفِهِمْ أَنَّا أَنْزَلْنَا عَلَيْكَ الْكِتَابَ يُتْلَىٰ عَلَيْهِمْ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَرَحْمَةً وَذِكْرَىٰ لِقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ
Ma qey ewa pirtûka, ku me li ser te da hinartîye, tu jî ji wan ra (bi beratî) dixwunî, têra wana nake (ewan beratên maî ji te dixwazin)? Bi rastî ji bona komalê bawer kirine, di vê (Qur’anê da) dilovîn û bîrxistineke (bê paşî heye)
قُلْ كَفَىٰ بِاللَّهِ بَيْنِي وَبَيْنَكُمْ شَهِيدًا ۖ يَعْلَمُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۗ وَالَّذِينَ آمَنُوا بِالْبَاطِلِ وَكَفَرُوا بِاللَّهِ أُولَٰئِكَ هُمُ الْخَاسِرُونَ
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Di nava min û we da Yezdan bi nihrevanî bes e. Loma Yezdan bi hemî tiştê di ezman û zemîn da heyî dizane. Ewanê bi pûçan bawer dikin û bi Yezdan jî filetî dikin hene! Ewanê zîyan kirine evan bi xweber in
وَيَسْتَعْجِلُونَكَ بِالْعَذَابِ ۚ وَلَوْلَا أَجَلٌ مُسَمًّى لَجَاءَهُمُ الْعَذَابُ وَلَيَأْتِيَنَّهُمْ بَغْتَةً وَهُمْ لَا يَشْعُرُونَ
Ewan ji te leza hatina şapatan dikin; heke danê hatina şapatê (ne hatibûya) dîyarkirinê, wê heman naha ji wan ra bihata. Û bi sond! Qe haja wan tunebe wê şapatê nişkê va bi wan da were
يَسْتَعْجِلُونَكَ بِالْعَذَابِ وَإِنَّ جَهَنَّمَ لَمُحِيطَةٌ بِالْكَافِرِينَ
Dojê ewan filan bi xweber hildane nava xwe da, hêj ewan ji te leza hatina şapatê dikin

Choose other languages: