Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anfal Ayahs #64 Translated in Kurdish

وَأَعِدُّوا لَهُمْ مَا اسْتَطَعْتُمْ مِنْ قُوَّةٍ وَمِنْ رِبَاطِ الْخَيْلِ تُرْهِبُونَ بِهِ عَدُوَّ اللَّهِ وَعَدُوَّكُمْ وَآخَرِينَ مِنْ دُونِهِمْ لَا تَعْلَمُونَهُمُ اللَّهُ يَعْلَمُهُمْ ۚ وَمَا تُنْفِقُوا مِنْ شَيْءٍ فِي سَبِيلِ اللَّهِ يُوَفَّ إِلَيْكُمْ وَأَنْتُمْ لَا تُظْلَمُونَ
Û hûn jî (gelî bawergeran!) çi dikarin; di hemberê wan (neyaran da bikin) ji bona ku hûn (bi wê hêza we ye heyî) neyarên Yezdan û neyarên xwe û ewan neyarên mayîne ku hûn bi wan nizanin, lê Yezdan bi wan dizane: bidine tirsandinê, Hespên xweyên (Xamê da) û çekên xwe ji bona (qirîna bi wan neyaran ra) amade bikin. Û hûn di rêya Yezdan da çi bisixurînin ewa ewê li bal we da (paş da) bê kemaî bê dayînê û qe tu cewr jî li we nayê kirinê
وَإِنْ جَنَحُوا لِلسَّلْمِ فَاجْنَحْ لَهَا وَتَوَكَّلْ عَلَى اللَّهِ ۚ إِنَّهُ هُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ
Û heke ewan (neyaran) ji bona aştîyê nezîkê we bûn, îdî tu jî (ji bona aştîyê ra) nêzîk bibe û tu xwe hispêre Yezdan. Bi rastî hey (Yezdan bi tenê ye) ku bihîstokê pirzane ye
وَإِنْ يُرِيدُوا أَنْ يَخْدَعُوكَ فَإِنَّ حَسْبَكَ اللَّهُ ۚ هُوَ الَّذِي أَيَّدَكَ بِنَصْرِهِ وَبِالْمُؤْمِنِينَ
Û heke ewan (neyaran) bivên, ku te (ji bona aştîyê) bixapînin, (haja te bi wan nemîne, dîsa ewan qirînê bikin) qe (tu kovanan neke!). Loma Yezdan besê te ye. Ewî (Yezdanî) tu bi arîkarîya xwe û (bi arîkarîya) bawergeran (serfiraz kirî)
وَأَلَّفَ بَيْنَ قُلُوبِهِمْ ۚ لَوْ أَنْفَقْتَ مَا فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا مَا أَلَّفْتَ بَيْنَ قُلُوبِهِمْ وَلَٰكِنَّ اللَّهَ أَلَّفَ بَيْنَهُمْ ۚ إِنَّهُ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
Û ewî di nava dilê (bawergeran da) hogirî çê kiriye. Heke te (hemû heyîne) di cîhanê da hene, bida jî dîsa te di nava dilê wan da hogirî çê ne dikir, lê Yezdan di nava wan da hogirî çê kir. Bi rastî ewa servahatê bijejke ye
يَا أَيُّهَا النَّبِيُّ حَسْبُكَ اللَّهُ وَمَنِ اتَّبَعَكَ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ
Pêxember! Ewan bawergerên ku bûne peyrewê te hene! Yezdan besê te û wa ne

Choose other languages: