Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anfal Ayahs #66 Translated in Kurdish

وَإِنْ يُرِيدُوا أَنْ يَخْدَعُوكَ فَإِنَّ حَسْبَكَ اللَّهُ ۚ هُوَ الَّذِي أَيَّدَكَ بِنَصْرِهِ وَبِالْمُؤْمِنِينَ
Û heke ewan (neyaran) bivên, ku te (ji bona aştîyê) bixapînin, (haja te bi wan nemîne, dîsa ewan qirînê bikin) qe (tu kovanan neke!). Loma Yezdan besê te ye. Ewî (Yezdanî) tu bi arîkarîya xwe û (bi arîkarîya) bawergeran (serfiraz kirî)
وَأَلَّفَ بَيْنَ قُلُوبِهِمْ ۚ لَوْ أَنْفَقْتَ مَا فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا مَا أَلَّفْتَ بَيْنَ قُلُوبِهِمْ وَلَٰكِنَّ اللَّهَ أَلَّفَ بَيْنَهُمْ ۚ إِنَّهُ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
Û ewî di nava dilê (bawergeran da) hogirî çê kiriye. Heke te (hemû heyîne) di cîhanê da hene, bida jî dîsa te di nava dilê wan da hogirî çê ne dikir, lê Yezdan di nava wan da hogirî çê kir. Bi rastî ewa servahatê bijejke ye
يَا أَيُّهَا النَّبِيُّ حَسْبُكَ اللَّهُ وَمَنِ اتَّبَعَكَ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ
Pêxember! Ewan bawergerên ku bûne peyrewê te hene! Yezdan besê te û wa ne
يَا أَيُّهَا النَّبِيُّ حَرِّضِ الْمُؤْمِنِينَ عَلَى الْقِتَالِ ۚ إِنْ يَكُنْ مِنْكُمْ عِشْرُونَ صَابِرُونَ يَغْلِبُوا مِائَتَيْنِ ۚ وَإِنْ يَكُنْ مِنْكُمْ مِائَةٌ يَغْلِبُوا أَلْفًا مِنَ الَّذِينَ كَفَرُوا بِأَنَّهُمْ قَوْمٌ لَا يَفْقَهُونَ
Pêxember! Tu ji bona qirînê helana bide bawergeran. Heke ji we (bawergeran) bîst merivên hewdaî hebin; Ewanê li du sed (merivê neyar) servahatinê bikin. Û heke ji we sed merivên hewdaî hebin; wê ewanê li hezar (merivên fileyên neyar) servehatinê bikin. Loma bi rastî ewan komalekî wusa nin; qe qencî û xirabîyan ji hev dernaxin
الْآنَ خَفَّفَ اللَّهُ عَنْكُمْ وَعَلِمَ أَنَّ فِيكُمْ ضَعْفًا ۚ فَإِنْ يَكُنْ مِنْكُمْ مِائَةٌ صَابِرَةٌ يَغْلِبُوا مِائَتَيْنِ ۚ وَإِنْ يَكُنْ مِنْكُمْ أَلْفٌ يَغْلِبُوا أَلْفَيْنِ بِإِذْنِ اللَّهِ ۗ وَاللَّهُ مَعَ الصَّابِرِينَ
A, di naha da! Yezdan barê we sivik kirîye, loma bi rastî Yezdan zanîye ku di nava we da (merivên) bê wec hene. Îdî heke ji we sed (merivên) hewdaî hebin; wê ewanê li du sed (merivên file) servahatinê bikin, û heke ji we hezar (merivên) hewdaî hebin; wê ewanê bi dustûra Yezdan li du hezar (merivên fileyên neyar) servahatinê bikin. Loma bi rastî Yezdan bi hewdaran ra ne

Choose other languages: