Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anfal Ayahs #57 Translated in Kurdish

ذَٰلِكَ بِأَنَّ اللَّهَ لَمْ يَكُ مُغَيِّرًا نِعْمَةً أَنْعَمَهَا عَلَىٰ قَوْمٍ حَتَّىٰ يُغَيِّرُوا مَا بِأَنْفُسِهِمْ ۙ وَأَنَّ اللَّهَ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Eva (aha) ye; bi rastî Yezdan gava ku qencîyekî bi komalekî bike, heya ewa komala bi xweber ewê qencîyê neguhure, ewa jî qencîya xwe ji wan naguhure. Bi rastî Yezdan bihîstokê pirzane ye
كَدَأْبِ آلِ فِرْعَوْنَ ۙ وَالَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ ۚ كَذَّبُوا بِآيَاتِ رَبِّهِمْ فَأَهْلَكْنَاهُمْ بِذُنُوبِهِمْ وَأَغْرَقْنَا آلَ فِرْعَوْنَ ۚ وَكُلٌّ كَانُوا ظَالِمِينَ
Wekî temtêla hevrîyên Fir’ewn û temtêla wan komalên ku di berya (hevrîyên Fir’ewn da) borîne; ewan jî beratên Xudayê xwe dabûne derewdêrandinê, îdî me jî ewan bi gonehên wan teşqele kirine û me hevrîyên Fir’ewn (di avê da) fetisandin. Û bi rastî ewan hemûşk jî cewrkar bûne
إِنَّ شَرَّ الدَّوَابِّ عِنْدَ اللَّهِ الَّذِينَ كَفَرُوا فَهُمْ لَا يُؤْمِنُونَ
Bi rastî ewanê file hene! Ewanan li bal Yezdan beterê reweran in, îdî ewan qe bawer nakin
الَّذِينَ عَاهَدْتَ مِنْهُمْ ثُمَّ يَنْقُضُونَ عَهْدَهُمْ فِي كُلِّ مَرَّةٍ وَهُمْ لَا يَتَّقُونَ
(Muhemmed!) Ewan kesên (ji wan filan) ku te peymana (aştîyê) dabûye wan hene! Ewan di her carê da paşê peymana xwe şikênandine û qe ewan bi xweber jî parisvanîya wê peymanê nakin
فَإِمَّا تَثْقَفَنَّهُمْ فِي الْحَرْبِ فَشَرِّدْ بِهِمْ مَنْ خَلْفَهُمْ لَعَلَّهُمْ يَذَّكَّرُونَ
Tu (Muhemmed!) ewan kînge di qirînê da bigrî, îdî tu wusa bînî serê wan; ji bo ku ewan, ji bona wanê ku li peywan da tê bibne sodret (îdî peymana xwe neşikênin). Bi rastî dibe ku ewan, evan kirinan bîra xwe bînin

Choose other languages: