Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anfal Ayahs #56 Translated in Kurdish

كَدَأْبِ آلِ فِرْعَوْنَ ۙ وَالَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ ۚ كَفَرُوا بِآيَاتِ اللَّهِ فَأَخَذَهُمُ اللَّهُ بِذُنُوبِهِمْ ۗ إِنَّ اللَّهَ قَوِيٌّ شَدِيدُ الْعِقَابِ
Wekî temtêla hevrîyên Fir’ewn û temtêla wan komên ku di berya (hevrîyên Fir’ewn da) borîne: Ewan jî Beratên Yezdan dabûne derewdêrandinê, îdî Yezdan ewanan bi gonehên wan şapat kirine (ewan tune kirine), Bi rastî Yezdan bi hêzê zor şapat e
ذَٰلِكَ بِأَنَّ اللَّهَ لَمْ يَكُ مُغَيِّرًا نِعْمَةً أَنْعَمَهَا عَلَىٰ قَوْمٍ حَتَّىٰ يُغَيِّرُوا مَا بِأَنْفُسِهِمْ ۙ وَأَنَّ اللَّهَ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Eva (aha) ye; bi rastî Yezdan gava ku qencîyekî bi komalekî bike, heya ewa komala bi xweber ewê qencîyê neguhure, ewa jî qencîya xwe ji wan naguhure. Bi rastî Yezdan bihîstokê pirzane ye
كَدَأْبِ آلِ فِرْعَوْنَ ۙ وَالَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ ۚ كَذَّبُوا بِآيَاتِ رَبِّهِمْ فَأَهْلَكْنَاهُمْ بِذُنُوبِهِمْ وَأَغْرَقْنَا آلَ فِرْعَوْنَ ۚ وَكُلٌّ كَانُوا ظَالِمِينَ
Wekî temtêla hevrîyên Fir’ewn û temtêla wan komalên ku di berya (hevrîyên Fir’ewn da) borîne; ewan jî beratên Xudayê xwe dabûne derewdêrandinê, îdî me jî ewan bi gonehên wan teşqele kirine û me hevrîyên Fir’ewn (di avê da) fetisandin. Û bi rastî ewan hemûşk jî cewrkar bûne
إِنَّ شَرَّ الدَّوَابِّ عِنْدَ اللَّهِ الَّذِينَ كَفَرُوا فَهُمْ لَا يُؤْمِنُونَ
Bi rastî ewanê file hene! Ewanan li bal Yezdan beterê reweran in, îdî ewan qe bawer nakin
الَّذِينَ عَاهَدْتَ مِنْهُمْ ثُمَّ يَنْقُضُونَ عَهْدَهُمْ فِي كُلِّ مَرَّةٍ وَهُمْ لَا يَتَّقُونَ
(Muhemmed!) Ewan kesên (ji wan filan) ku te peymana (aştîyê) dabûye wan hene! Ewan di her carê da paşê peymana xwe şikênandine û qe ewan bi xweber jî parisvanîya wê peymanê nakin

Choose other languages: