Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anfal Ayahs #59 Translated in Kurdish

إِنَّ شَرَّ الدَّوَابِّ عِنْدَ اللَّهِ الَّذِينَ كَفَرُوا فَهُمْ لَا يُؤْمِنُونَ
Bi rastî ewanê file hene! Ewanan li bal Yezdan beterê reweran in, îdî ewan qe bawer nakin
الَّذِينَ عَاهَدْتَ مِنْهُمْ ثُمَّ يَنْقُضُونَ عَهْدَهُمْ فِي كُلِّ مَرَّةٍ وَهُمْ لَا يَتَّقُونَ
(Muhemmed!) Ewan kesên (ji wan filan) ku te peymana (aştîyê) dabûye wan hene! Ewan di her carê da paşê peymana xwe şikênandine û qe ewan bi xweber jî parisvanîya wê peymanê nakin
فَإِمَّا تَثْقَفَنَّهُمْ فِي الْحَرْبِ فَشَرِّدْ بِهِمْ مَنْ خَلْفَهُمْ لَعَلَّهُمْ يَذَّكَّرُونَ
Tu (Muhemmed!) ewan kînge di qirînê da bigrî, îdî tu wusa bînî serê wan; ji bo ku ewan, ji bona wanê ku li peywan da tê bibne sodret (îdî peymana xwe neşikênin). Bi rastî dibe ku ewan, evan kirinan bîra xwe bînin
وَإِمَّا تَخَافَنَّ مِنْ قَوْمٍ خِيَانَةً فَانْبِذْ إِلَيْهِمْ عَلَىٰ سَوَاءٍ ۚ إِنَّ اللَّهَ لَا يُحِبُّ الْخَائِنِينَ
Û kînge tu tirsîya î, ji wî komalê ku te bi wan ra peymana (aştîyê) daye: ku we ewanê qelpî bikin (peymana xwe bişikênin) îdî tu jî bi vekirî (hêj di berya qirînê da) ji wan ra (aha beje: "Ji vir ha, di nava me û we da qe tu peyman tune ye; ça hûn dikarin wusa bikin)." Bi rastî Yezdan ji qelpan hez nake
وَلَا يَحْسَبَنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا سَبَقُوا ۚ إِنَّهُمْ لَا يُعْجِزُونَ
Û bira ewanê (ku di qirînê da) pêş va çûne (fereste bûne) goman nekin (ku wê ewanê ji şapatan jî pêş va herin fereste bibin). Bi rastî ewanan qe me bêzar nakin (ku hûn bidne pey wan ewan bigirin û em ewan şapat bikin)

Choose other languages: