Surah Aal-E-Imran Ayahs #54 Translated in Kurdish
وَمُصَدِّقًا لِمَا بَيْنَ يَدَيَّ مِنَ التَّوْرَاةِ وَلِأُحِلَّ لَكُمْ بَعْضَ الَّذِي حُرِّمَ عَلَيْكُمْ ۚ وَجِئْتُكُمْ بِآيَةٍ مِنْ رَبِّكُمْ فَاتَّقُوا اللَّهَ وَأَطِيعُونِ
Û ji bo ku ez ewê pirtûka ku di berya min da hatîye, rast bidêrînim û ez hinek, ewan tiştên ku we li xwe ne durist kirîye, durist bikim, hatime şandinê. Min ji Xwedayê we, ji bona we ra beratên daveger anîne. Îdî hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin
إِنَّ اللَّهَ رَبِّي وَرَبُّكُمْ فَاعْبُدُوهُ ۗ هَٰذَا صِرَاطٌ مُسْتَقِيمٌ
Bi rastî Yezdan, Xwedayê min e û Xwedayê we ye jî. Îdî hûn ji wî ra perestî bikin. Rêya rast eva ye
فَلَمَّا أَحَسَّ عِيسَىٰ مِنْهُمُ الْكُفْرَ قَالَ مَنْ أَنْصَارِي إِلَى اللَّهِ ۖ قَالَ الْحَوَارِيُّونَ نَحْنُ أَنْصَارُ اللَّهِ آمَنَّا بِاللَّهِ وَاشْهَدْ بِأَنَّا مُسْلِمُونَ
Di gava Îsa, ji wan cihûyan filetî seh kirîye, îdî (Îsa aha) gotîye: “Gelo di rêya Yezdan da, kê heye, ku arîkarêya min bike?” Suxtene wî (aha) gotine: “Em arîkarên Yezdan in (em di rêya Yezdan da arîkarîyê didine wanê, ku di rêya Yezdan da xebatê dikin). Me bi Yezdan bawer ki-riye û tu jî şahidî bike, ku em bi rastî misilman bûne (Me xwe hispartîye Yezdan)”
رَبَّنَا آمَنَّا بِمَا أَنْزَلْتَ وَاتَّبَعْنَا الرَّسُولَ فَاكْتُبْنَا مَعَ الشَّاهِدِينَ
Xwedayê me! Bi rastî me bi wan biryarên ku te hinartîye bawer kirîye û em bûne peyrewê pêxember, îdî tu me bi şahidan ra binivîse (ji wanên ku bi te û bi pirtûk û bi pêxemberan bewer kirine, di rêya wan da diçin)
وَمَكَرُوا وَمَكَرَ اللَّهُ ۖ وَاللَّهُ خَيْرُ الْمَاكِرِينَ
Lê (ewan cihûyan ji bona kuştina) Îsa xax (endeze) kirine û Yezdan jî (endeze) xax kirîye (ewan bi wî xaxê xwe nikaryan îsa bikuştanan, lê ewan bi xweber xwe kuştine, xaxê wan bi wan da hatîye). Û Yezdan bi xweber jî qencê xax çêkeran e
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
