Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #56 Translated in Kurdish

فَلَمَّا أَحَسَّ عِيسَىٰ مِنْهُمُ الْكُفْرَ قَالَ مَنْ أَنْصَارِي إِلَى اللَّهِ ۖ قَالَ الْحَوَارِيُّونَ نَحْنُ أَنْصَارُ اللَّهِ آمَنَّا بِاللَّهِ وَاشْهَدْ بِأَنَّا مُسْلِمُونَ
Di gava Îsa, ji wan cihûyan filetî seh kirîye, îdî (Îsa aha) gotîye: “Gelo di rêya Yezdan da, kê heye, ku arîkarêya min bike?” Suxtene wî (aha) gotine: “Em arîkarên Yezdan in (em di rêya Yezdan da arîkarîyê didine wanê, ku di rêya Yezdan da xebatê dikin). Me bi Yezdan bawer ki-riye û tu jî şahidî bike, ku em bi rastî misilman bûne (Me xwe hispartîye Yezdan)”
رَبَّنَا آمَنَّا بِمَا أَنْزَلْتَ وَاتَّبَعْنَا الرَّسُولَ فَاكْتُبْنَا مَعَ الشَّاهِدِينَ
Xwedayê me! Bi rastî me bi wan biryarên ku te hinartîye bawer kirîye û em bûne peyrewê pêxember, îdî tu me bi şahidan ra binivîse (ji wanên ku bi te û bi pirtûk û bi pêxemberan bewer kirine, di rêya wan da diçin)
وَمَكَرُوا وَمَكَرَ اللَّهُ ۖ وَاللَّهُ خَيْرُ الْمَاكِرِينَ
Lê (ewan cihûyan ji bona kuştina) Îsa xax (endeze) kirine û Yezdan jî (endeze) xax kirîye (ewan bi wî xaxê xwe nikaryan îsa bikuştanan, lê ewan bi xweber xwe kuştine, xaxê wan bi wan da hatîye). Û Yezdan bi xweber jî qencê xax çêkeran e
إِذْ قَالَ اللَّهُ يَا عِيسَىٰ إِنِّي مُتَوَفِّيكَ وَرَافِعُكَ إِلَيَّ وَمُطَهِّرُكَ مِنَ الَّذِينَ كَفَرُوا وَجَاعِلُ الَّذِينَ اتَّبَعُوكَ فَوْقَ الَّذِينَ كَفَرُوا إِلَىٰ يَوْمِ الْقِيَامَةِ ۖ ثُمَّ إِلَيَّ مَرْجِعُكُمْ فَأَحْكُمُ بَيْنَكُمْ فِيمَا كُنْتُمْ فِيهِ تَخْتَلِفُونَ
Di gavekî da Yezdan ji bona Îsa ra (aha) gotiye: “Îsa! Bi rastî ezê canê te bistînim û ezê te li bal xwe da bilind bikim, û ezê te ji wanê ku filetî dikin paqij bikin û ezê ewanê peyrewîya te dikin li ser wanê ku fileti dikin, heya roya rabûna hemûtî serfiraz bikim, fetilandina weya paşyî hey li bal min dane. Îdî ezê berewanîya we di wan tiştên, ku hûn di wan da ne wekhevbûn e, bikin
فَأَمَّا الَّذِينَ كَفَرُوا فَأُعَذِّبُهُمْ عَذَابًا شَدِيدًا فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ وَمَا لَهُمْ مِنْ نَاصِرِينَ
Îdî ewanê bûne file hene! Bi rastî ezê ewan di cihan û di dan û gavê para da bi şapatek e zor bidime şapatkirinê. Û ji bona wan bi xwer jî tu arîkar tune ye

Choose other languages: