Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #59 Translated in Kurdish

إِذْ قَالَ اللَّهُ يَا عِيسَىٰ إِنِّي مُتَوَفِّيكَ وَرَافِعُكَ إِلَيَّ وَمُطَهِّرُكَ مِنَ الَّذِينَ كَفَرُوا وَجَاعِلُ الَّذِينَ اتَّبَعُوكَ فَوْقَ الَّذِينَ كَفَرُوا إِلَىٰ يَوْمِ الْقِيَامَةِ ۖ ثُمَّ إِلَيَّ مَرْجِعُكُمْ فَأَحْكُمُ بَيْنَكُمْ فِيمَا كُنْتُمْ فِيهِ تَخْتَلِفُونَ
Di gavekî da Yezdan ji bona Îsa ra (aha) gotiye: “Îsa! Bi rastî ezê canê te bistînim û ezê te li bal xwe da bilind bikim, û ezê te ji wanê ku filetî dikin paqij bikin û ezê ewanê peyrewîya te dikin li ser wanê ku fileti dikin, heya roya rabûna hemûtî serfiraz bikim, fetilandina weya paşyî hey li bal min dane. Îdî ezê berewanîya we di wan tiştên, ku hûn di wan da ne wekhevbûn e, bikin
فَأَمَّا الَّذِينَ كَفَرُوا فَأُعَذِّبُهُمْ عَذَابًا شَدِيدًا فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ وَمَا لَهُمْ مِنْ نَاصِرِينَ
Îdî ewanê bûne file hene! Bi rastî ezê ewan di cihan û di dan û gavê para da bi şapatek e zor bidime şapatkirinê. Û ji bona wan bi xwer jî tu arîkar tune ye
وَأَمَّا الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ فَيُوَفِّيهِمْ أُجُورَهُمْ ۗ وَاللَّهُ لَا يُحِبُّ الظَّالِمِينَ
Û ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Îdî kirya wanê wê bê kemasî ji wan ra bê dayînê. Û Yezdan bi xweber jî ji cewrkaran hez nake
ذَٰلِكَ نَتْلُوهُ عَلَيْكَ مِنَ الْآيَاتِ وَالذِّكْرِ الْحَكِيمِ
(Muhemmed!) Evan bûyerên hanênan ku em ewan ji te ra dixûnin, ji beratan û ji (Qur’ana) bijejke ne
إِنَّ مَثَلَ عِيسَىٰ عِنْدَ اللَّهِ كَمَثَلِ آدَمَ ۖ خَلَقَهُ مِنْ تُرَابٍ ثُمَّ قَالَ لَهُ كُنْ فَيَكُونُ
Bi rastî temtêla Îsa li bal Yezdan wekî temtêla Adem e. (Yezdan, Adem) ji xwelîyê afirandîye, Paşê ji wê ra gotîye: “Bibe” îdî ewa jî bûye

Choose other languages: