Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #61 Translated in Kurdish

وَأَمَّا الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ فَيُوَفِّيهِمْ أُجُورَهُمْ ۗ وَاللَّهُ لَا يُحِبُّ الظَّالِمِينَ
Û ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Îdî kirya wanê wê bê kemasî ji wan ra bê dayînê. Û Yezdan bi xweber jî ji cewrkaran hez nake
ذَٰلِكَ نَتْلُوهُ عَلَيْكَ مِنَ الْآيَاتِ وَالذِّكْرِ الْحَكِيمِ
(Muhemmed!) Evan bûyerên hanênan ku em ewan ji te ra dixûnin, ji beratan û ji (Qur’ana) bijejke ne
إِنَّ مَثَلَ عِيسَىٰ عِنْدَ اللَّهِ كَمَثَلِ آدَمَ ۖ خَلَقَهُ مِنْ تُرَابٍ ثُمَّ قَالَ لَهُ كُنْ فَيَكُونُ
Bi rastî temtêla Îsa li bal Yezdan wekî temtêla Adem e. (Yezdan, Adem) ji xwelîyê afirandîye, Paşê ji wê ra gotîye: “Bibe” îdî ewa jî bûye
الْحَقُّ مِنْ رَبِّكَ فَلَا تَكُنْ مِنَ الْمُمْتَرِينَ
Bi rastî daditî (û rastî) ji Xwedayê te ye, îdî ewanê ku (di dabaşa Îsa da) dudilî dikin hene! Tu nebe ji wana
فَمَنْ حَاجَّكَ فِيهِ مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَكَ مِنَ الْعِلْمِ فَقُلْ تَعَالَوْا نَدْعُ أَبْنَاءَنَا وَأَبْنَاءَكُمْ وَنِسَاءَنَا وَنِسَاءَكُمْ وَأَنْفُسَنَا وَأَنْفُسَكُمْ ثُمَّ نَبْتَهِلْ فَنَجْعَلْ لَعْنَتَ اللَّهِ عَلَى الْكَاذِبِينَ
(Muhemmed!) Îdî ji piştî ku ji te ra zanîn divê dabaşê da hatîye, heke yek (dîsa) bi te ra tekoşîn bike, tu (ji bona wan ra) bêje: “Hûn werin (bicivin) ku em gazî zarê xwe û gazî zarê we û em gazî jinên xwe û gazî jinên we bikin û em û hûn bi xwer jî bi civin; paşê em bi hev ra qîr bikin (bêjin); îdî ewanê virek hene! Em bi hev ra deherandina Yezdan li ser wan (bixûnin).”

Choose other languages: