Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #23 Translated in Kurdish

إِنَّ الدِّينَ عِنْدَ اللَّهِ الْإِسْلَامُ ۗ وَمَا اخْتَلَفَ الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ إِلَّا مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَهُمُ الْعِلْمُ بَغْيًا بَيْنَهُمْ ۗ وَمَنْ يَكْفُرْ بِآيَاتِ اللَّهِ فَإِنَّ اللَّهَ سَرِيعُ الْحِسَابِ
Bi rastî “ol”a rastî li bal Yezdan, hey “ol”a (bi nav) Îslam e. Ewan komên, ku ji wan ra pirtûk hatîye hene! Ji piştî ku ji wan ra zanîn hatîye, paşê ji dexesîya di nava hev da, ne wekhevbûn çê kirine. Û kîjan bi beratenê Yezdan bibe file, îdî bira bizane! Bi rastî Yezdan zû hijmarok e
فَإِنْ حَاجُّوكَ فَقُلْ أَسْلَمْتُ وَجْهِيَ لِلَّهِ وَمَنِ اتَّبَعَنِ ۗ وَقُلْ لِلَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ وَالْأُمِّيِّينَ أَأَسْلَمْتُمْ ۚ فَإِنْ أَسْلَمُوا فَقَدِ اهْتَدَوْا ۖ وَإِنْ تَوَلَّوْا فَإِنَّمَا عَلَيْكَ الْبَلَاغُ ۗ وَاللَّهُ بَصِيرٌ بِالْعِبَادِ
Îdî heke ewan (Muhemmed) bi te ra di mafê (ol) ê da tekoşînê bikin, tu ji bona wan ra bêje: “Min xwe û bi wanê peyrewê xwe va ji bona Yezdan ra hispartîye.” Û tu ji bona wanê, ku pirtûk ji bona wan ra hatîye û ji bona wanê ne xwandî ra bêje: “Hûn jî misilman bûne?” Îdî heke ewan misilman bên, şixwa ewan hatine rêya rast û heke ewan pişta xwe dane te (misilman ne bûn) li ser te hey gotina (biryarên Yezdan ji wan ra) heye. Û Yezdan bi xweber jî bendenê xwe dibîne
إِنَّ الَّذِينَ يَكْفُرُونَ بِآيَاتِ اللَّهِ وَيَقْتُلُونَ النَّبِيِّينَ بِغَيْرِ حَقٍّ وَيَقْتُلُونَ الَّذِينَ يَأْمُرُونَ بِالْقِسْطِ مِنَ النَّاسِ فَبَشِّرْهُمْ بِعَذَابٍ أَلِيمٍ
Bi rastî ewanê ku bi beratenê Yezdan dibine file û pîxemberên wî bê mafî dikujin û ewan merivên ji kesan, ku fermana kesan ji bona dadvanitîyê dikin jî dikujin, hene! Îdî (Muhemmed!) tu ewanan bi şapata dilsoz bide mizgîndanê
أُولَٰئِكَ الَّذِينَ حَبِطَتْ أَعْمَالُهُمْ فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ وَمَا لَهُمْ مِنْ نَاصِرِينَ
Evan in, ku keda wanê di cihan û di dan û gavê para da kirine şewitîye û ji bona wan bi xweber jî tu arîkar tune ye
أَلَمْ تَرَ إِلَى الَّذِينَ أُوتُوا نَصِيبًا مِنَ الْكِتَابِ يُدْعَوْنَ إِلَىٰ كِتَابِ اللَّهِ لِيَحْكُمَ بَيْنَهُمْ ثُمَّ يَتَوَلَّىٰ فَرِيقٌ مِنْهُمْ وَهُمْ مُعْرِضُونَ
(Muhemmed!) Qey tu li bal wan merivan, ku parek e ji zanina pirtûkê ji wan ra hatîye dayînê mêze nakî? Ewan ji bona ne wekhevbûna heyî da, li bal biryarên di pirtûka Yezdan da heyî, têne gazîkirinê ji bo ku di nava wan da bi dadvanî berewanî bêt kirinê, paşê destek e ji wan, rû ji biryarê pirtûkê difetilînin. Ewan bi xweber jî eva ji xwe ra kirine xûy

Choose other languages: