Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #184 Translated in Kurdish

وَلَا يَحْسَبَنَّ الَّذِينَ يَبْخَلُونَ بِمَا آتَاهُمُ اللَّهُ مِنْ فَضْلِهِ هُوَ خَيْرًا لَهُمْ ۖ بَلْ هُوَ شَرٌّ لَهُمْ ۖ سَيُطَوَّقُونَ مَا بَخِلُوا بِهِ يَوْمَ الْقِيَامَةِ ۗ وَلِلَّهِ مِيرَاثُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۗ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرٌ
Û bira ewanê di wan tiştên, ku Yezdan ji rûmeta xwe ji bona wan ra daye timatîye dikin, goman nekin ku eva malê (mîratê) ji bona wan ra qencî ye, lê ewa mala ji bona wan ra xirabî ye. Di roya rabûna hemû da ewanê bi wê tişta, ku ewan bi wî dexesî dikirin wê bêne xelêfkirinê. Û şixwe mîrata ezman û zemîn hey ji bona Yezdan ra ne. Yezdan bi xweber jî bi tişta ku hûn dikin agahdar e
لَقَدْ سَمِعَ اللَّهُ قَوْلَ الَّذِينَ قَالُوا إِنَّ اللَّهَ فَقِيرٌ وَنَحْنُ أَغْنِيَاءُ ۘ سَنَكْتُبُ مَا قَالُوا وَقَتْلَهُمُ الْأَنْبِيَاءَ بِغَيْرِ حَقٍّ وَنَقُولُ ذُوقُوا عَذَابَ الْحَرِيقِ
Bi sond! Yezdan gotina wanê, ku gotibûne: “Bi rastî Yezdan xezan e û em bi xweber jî zengîn in,” bihîstîye. Bi rastî ewa tişta ku wan gotibûye û kuştina pêxemberan, ku ewan bê mafî pêxember dikuştin, emê binivîsin û emê ji wan ra bejin: “Ka îdî hûn şapata şewitok çeşne bikin.”
ذَٰلِكَ بِمَا قَدَّمَتْ أَيْدِيكُمْ وَأَنَّ اللَّهَ لَيْسَ بِظَلَّامٍ لِلْعَبِيدِ
Eva (şapata hanê) bi sedema wan tiştên ku destê we di berê da kiribûye (ji bona xwe ra bi pêşkoçî şandiye, bi serê we da hatiye.” Heke wusa nebe) şixwa bi rastî Yezdan ji bona bendan ra cevrkar nîne
الَّذِينَ قَالُوا إِنَّ اللَّهَ عَهِدَ إِلَيْنَا أَلَّا نُؤْمِنَ لِرَسُولٍ حَتَّىٰ يَأْتِيَنَا بِقُرْبَانٍ تَأْكُلُهُ النَّارُ ۗ قُلْ قَدْ جَاءَكُمْ رُسُلٌ مِنْ قَبْلِي بِالْبَيِّنَاتِ وَبِالَّذِي قُلْتُمْ فَلِمَ قَتَلْتُمُوهُمْ إِنْ كُنْتُمْ صَادِقِينَ
Ewan ew meriv in, ku gotine: “Bi rastî Yezdan ji bona me ra peyman daye, ku em bi tu pêxemberi bawer nekin, heya ewa pêxembera ji bona me ra ewê gorîya (qurban) ku agir ewê bixwe, neyne.” (Muhemmed! tu ji wan ra) beje: “Bi sond! Ewan pêxemberên berya min da, beratên daveker û eva gotina waye hanê ji bona we ra anîbûn, heke hûn di gotina xwe da rast in, îdî we çima ewan pêxemberan kuştibûn?”
فَإِنْ كَذَّبُوكَ فَقَدْ كُذِّبَ رُسُلٌ مِنْ قَبْلِكَ جَاءُوا بِالْبَيِّنَاتِ وَالزُّبُرِ وَالْكِتَابِ الْمُنِيرِ
Îdî heke ewan (Muhemmed! Te bi van dozên hanêvan) bidnie derewdêrandinê, bi sond! Ewan pêxemberên berya te da jî ku bi beratên daveker va û bi wan rûperên retkokî û bi wan pirtûkên ronahîger va hatibûne, dîsa hatine derewdêrandinê

Choose other languages: