Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #158 Translated in Kurdish

ثُمَّ أَنْزَلَ عَلَيْكُمْ مِنْ بَعْدِ الْغَمِّ أَمَنَةً نُعَاسًا يَغْشَىٰ طَائِفَةً مِنْكُمْ ۖ وَطَائِفَةٌ قَدْ أَهَمَّتْهُمْ أَنْفُسُهُمْ يَظُنُّونَ بِاللَّهِ غَيْرَ الْحَقِّ ظَنَّ الْجَاهِلِيَّةِ ۖ يَقُولُونَ هَلْ لَنَا مِنَ الْأَمْرِ مِنْ شَيْءٍ ۗ قُلْ إِنَّ الْأَمْرَ كُلَّهُ لِلَّهِ ۗ يُخْفُونَ فِي أَنْفُسِهِمْ مَا لَا يُبْدُونَ لَكَ ۖ يَقُولُونَ لَوْ كَانَ لَنَا مِنَ الْأَمْرِ شَيْءٌ مَا قُتِلْنَا هَاهُنَا ۗ قُلْ لَوْ كُنْتُمْ فِي بُيُوتِكُمْ لَبَرَزَ الَّذِينَ كُتِبَ عَلَيْهِمُ الْقَتْلُ إِلَىٰ مَضَاجِعِهِمْ ۖ وَلِيَبْتَلِيَ اللَّهُ مَا فِي صُدُورِكُمْ وَلِيُمَحِّصَ مَا فِي قُلُوبِكُمْ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ
Paşê Yezdan li ser we da ji piştî kovanan, ewletîyek e wusa hinartiye, ku destekî ji we dihênijîn; haja wan (îdî ji qirînê ne mabûye) û destek jî îdî ketibûne derdê xwe; ewanan bê mafî wekî gomana nezanan ji Yezdan goman dikirin, digotin: “Qe ji bona me ra jî di vê bûyera (qirînê da) ramanek heye?” (Muhemmed! tu ji bona wan ra aha) bêje: “Şixwa bûyera qirîne hemûşk jî ramana Yezdan e.” Ewanan ji bona te ra ewê tişta ku di singe xwe da vedişêrin venakin, ewanan dibêjin: “Heke ji bona me ra (ji qirînê) ramanek hebûya, em di vira da ne dihatine kuştinê.” (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Heke hûn di xanîyên xwe da bûna jî, dîsa ewanê ku kuştina wan hatiye nivîsandinê, wê ji xanîyê xwe derketina bihatina şûna welgerandina xweyên hanê, bi hatina kuştine.” Yezdan ji bo ku ewê tişta di sîngê we da heyî biceribîne û ji bo ku dilê we parzin bike, tişta di dilê we da heyî derxe, eva aşîta bi we da aniye. Şixwa Yezdan bi xweber jî bi tişta di singa da heyî dizane
إِنَّ الَّذِينَ تَوَلَّوْا مِنْكُمْ يَوْمَ الْتَقَى الْجَمْعَانِ إِنَّمَا اسْتَزَلَّهُمُ الشَّيْطَانُ بِبَعْضِ مَا كَسَبُوا ۖ وَلَقَدْ عَفَا اللَّهُ عَنْهُمْ ۗ إِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ حَلِيمٌ
Bi rastî ewanê ku di roya herdu komên neyar rastî hev hatine, hûn hîştine para da revîyane, hene! Bi sedema hinek kedên ku ewan kiribûne, pelîd pê wan şimitandiye, ewan ji rêya rast derxistiye. (Îdî ji piştî poşmanîya wan) bi rastî Yezdan ewan baxişandine. Bi rastî Yezdan baxişkarê mulahîm e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَكُونُوا كَالَّذِينَ كَفَرُوا وَقَالُوا لِإِخْوَانِهِمْ إِذَا ضَرَبُوا فِي الْأَرْضِ أَوْ كَانُوا غُزًّى لَوْ كَانُوا عِنْدَنَا مَا مَاتُوا وَمَا قُتِلُوا لِيَجْعَلَ اللَّهُ ذَٰلِكَ حَسْرَةً فِي قُلُوبِهِمْ ۗ وَاللَّهُ يُحْيِي وَيُمِيتُ ۗ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ
Gelî ewanê ku we bawer kiriye! Hûn jî wekî wan fileyên, ku ji bona birayên xweyên; gava di rêkî da çûbûnan, ya jî çûbûna qirînê, bi hatina kuştinê, ya jî bimiranan (aha) gotine: “Heke ewan li bal me bûnan, îdî ewan ne dimirîn û ne jî dihatin kuştinê” nebêjin. Yezdan ji bona ku di dilê wan da bixe kul û kovan, evê gotine hanê ewan dibêjin. Bi rastî Yezdan bi xweber e; dijît û dimirîne. Şixwa Yezdan bi xweber jî tişta hûn dikin, dibîne
وَلَئِنْ قُتِلْتُمْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ أَوْ مُتُّمْ لَمَغْفِرَةٌ مِنَ اللَّهِ وَرَحْمَةٌ خَيْرٌ مِمَّا يَجْمَعُونَ
Û bi rastî heke hûn di rêya Yezdan da bêne kuştinê, ya jî bimirin (ji bona we ra) ewa baxişandina ji Yezdan û dilovanîye wî, ji wan tiştên (ku ewan di jîna cîhanê da) dicivînin, çêtir e
وَلَئِنْ مُتُّمْ أَوْ قُتِلْتُمْ لَإِلَى اللَّهِ تُحْشَرُونَ
Bi sond! Heke hûn bimirin, ya jî bêne kuştinê hûnê hey li bal Yezdan da bêne civandinê

Choose other languages: