Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #121 Translated in Kurdish

مَثَلُ مَا يُنْفِقُونَ فِي هَٰذِهِ الْحَيَاةِ الدُّنْيَا كَمَثَلِ رِيحٍ فِيهَا صِرٌّ أَصَابَتْ حَرْثَ قَوْمٍ ظَلَمُوا أَنْفُسَهُمْ فَأَهْلَكَتْهُ ۚ وَمَا ظَلَمَهُمُ اللَّهُ وَلَٰكِنْ أَنْفُسَهُمْ يَظْلِمُونَ
Temtêla wan (merivê), ku malê xwe di jîna vê cihanê da disixurînin wekî temtêla wî bayê qerimanok e, ça ewî li çandinîyê wî komalê ku li xwe cewr kirine xistîye. Îdî (ewî bayî ewa çandinîya şexte kirîye) hemûşk şewitandîye. (Tiştek ne maye, ji wî ra jî di danê para da tu qencî namîne.) Yezdan li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَتَّخِذُوا بِطَانَةً مِنْ دُونِكُمْ لَا يَأْلُونَكُمْ خَبَالًا وَدُّوا مَا عَنِتُّمْ قَدْ بَدَتِ الْبَغْضَاءُ مِنْ أَفْوَاهِهِمْ وَمَا تُخْفِي صُدُورُهُمْ أَكْبَرُ ۚ قَدْ بَيَّنَّا لَكُمُ الْآيَاتِ ۖ إِنْ كُنْتُمْ تَعْقِلُونَ
Gelî bawergeran! Hûn ji pêştirê xwe ne (bawerger) ji xwe ra yaran negirin, ji bo ku ewan we di armancê we da çewt nekin. Ewanan ji bona cefadan û tevhevkirina we, qe xwe nadine para da. Ewan ji wan tiştên ku tengasî û kêmayî ji bona we ra çê bikin, hez dikin. Bi sond! Di devê wan (file û putperest, û du rûyan da) xeşm xûya bûye û ewan tiştên, ku ewan di hemberê we da di singê xwe da vedişerin, hêj meztir in. Bi rastî heke hûn (bi ponijandin) hiş hildin me ji bona we ra berate vekirine
هَا أَنْتُمْ أُولَاءِ تُحِبُّونَهُمْ وَلَا يُحِبُّونَكُمْ وَتُؤْمِنُونَ بِالْكِتَابِ كُلِّهِ وَإِذَا لَقُوكُمْ قَالُوا آمَنَّا وَإِذَا خَلَوْا عَضُّوا عَلَيْكُمُ الْأَنَامِلَ مِنَ الْغَيْظِ ۚ قُلْ مُوتُوا بِغَيْظِكُمْ ۗ إِنَّ اللَّهَ عَلِيمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ
Hûn (gelî bawergeran!) ew meriv in, ku hûn ji wan (merivên ji pêştirê xwe jî) hez dikin, lê ewan ji we hez nakin û hûn bi hemûşk pirtûkan bawer dikin, lê ewan di gava rastî we hatine, gotine: “Em bawer dikin” û ewan di gava bi tenê dibin, ewan ji hêrsan tilîyên xwe ji ser wê digezin; (gelo emê çawa ji van fereste bin? diponijin û ji hev ra dibêjen. Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Hûn ji hêrsa xwe bimirin.” Bi rastî Yezdan bi wan tiştên di singa da verşartî dizane
إِنْ تَمْسَسْكُمْ حَسَنَةٌ تَسُؤْهُمْ وَإِنْ تُصِبْكُمْ سَيِّئَةٌ يَفْرَحُوا بِهَا ۖ وَإِنْ تَصْبِرُوا وَتَتَّقُوا لَا يَضُرُّكُمْ كَيْدُهُمْ شَيْئًا ۗ إِنَّ اللَّهَ بِمَا يَعْمَلُونَ مُحِيطٌ
Heke qencîyek bi we da hatibe, hatina wê qencîyê ewan sik dike û heke şixwa sikatîyek bi we da hatibe ewan bi hatina wî şa dibin. Û heke hûn di hemberê wan da hew bikin û hûn xwedaparizî bikin, xaxê wan bi tu tiştî ji we ra zîyan nake. Bi rastî Yezdan ewan tiştên, ku ewan di hemberê we da dikin, hildaye binê zanîna xwe
وَإِذْ غَدَوْتَ مِنْ أَهْلِكَ تُبَوِّئُ الْمُؤْمِنِينَ مَقَاعِدَ لِلْقِتَالِ ۗ وَاللَّهُ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Û di gava (Muhemmed!) tu di sibê zû da ji mala xwe derketî, te ewan merivên bawerger ji bona qirînê bi cîh kirin. Şixwa Yezdan bi xweber jî bihîstokê zana ye

Choose other languages: