Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #107 Translated in Kurdish

وَاعْتَصِمُوا بِحَبْلِ اللَّهِ جَمِيعًا وَلَا تَفَرَّقُوا ۚ وَاذْكُرُوا نِعْمَتَ اللَّهِ عَلَيْكُمْ إِذْ كُنْتُمْ أَعْدَاءً فَأَلَّفَ بَيْنَ قُلُوبِكُمْ فَأَصْبَحْتُمْ بِنِعْمَتِهِ إِخْوَانًا وَكُنْتُمْ عَلَىٰ شَفَا حُفْرَةٍ مِنَ النَّارِ فَأَنْقَذَكُمْ مِنْهَا ۗ كَذَٰلِكَ يُبَيِّنُ اللَّهُ لَكُمْ آيَاتِهِ لَعَلَّكُمْ تَهْتَدُونَ
Û hûn hemûşk xwe bi kapê (dîn) Yezdan bigirin, ji hev belav nebin, hûn ewan qencên Yezdan e, ku li ser we heye bîra xwe bînin; hûn di gavekî da neyarê hev bûn, îdî Yezdan di dilê we da hogirî çê kir, hûn bi qencîya wî bûne birayê hev. Hûn li ser devê kortikekî agir dabûn, îdî Yezdan hûn ji wura fereste kirin (hûn file bûn, Yezdan hûn misliman kirin). Yezdan ji bona we ra beratên xwe bi vî awayî vedike, hêvî heye ku hûn bi rastî werne rêya rast
وَلْتَكُنْ مِنْكُمْ أُمَّةٌ يَدْعُونَ إِلَى الْخَيْرِ وَيَأْمُرُونَ بِالْمَعْرُوفِ وَيَنْهَوْنَ عَنِ الْمُنْكَرِ ۚ وَأُولَٰئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ
Û bira ji we komekî, ku gazî li bal kirina qencîyan û fermana bi hatina li bal rêya rast da û xwe parisandina ji sikatîyan bike, hebe. Û ewanê ferestbûyî evan bi xweber in
وَلَا تَكُونُوا كَالَّذِينَ تَفَرَّقُوا وَاخْتَلَفُوا مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَهُمُ الْبَيِّنَاتُ ۚ وَأُولَٰئِكَ لَهُمْ عَذَابٌ عَظِيمٌ
Û hûn wekî wanê ku ji wan ra beratên hûzwartî hatibûye, paşê ewan ji hev belav bûne, di nava xwe da ne wekhevbûn çê kirine, nebin. Bi rastî ji bona wanê ku aha kirine şapatek e mezin heye
يَوْمَ تَبْيَضُّ وُجُوهٌ وَتَسْوَدُّ وُجُوهٌ ۚ فَأَمَّا الَّذِينَ اسْوَدَّتْ وُجُوهُهُمْ أَكَفَرْتُمْ بَعْدَ إِيمَانِكُمْ فَذُوقُوا الْعَذَابَ بِمَا كُنْتُمْ تَكْفُرُونَ
Di wê roya ku hinek rû, sipî dibin û hinek rû jî reş dibin; ji bona wanê rûreş ra (aha) tê gotine: “Erê hûn bûn! Piştî baweryê bûne file?” De îjar îdî bi sedema filetîya xwe şapatê tam bikin
وَأَمَّا الَّذِينَ ابْيَضَّتْ وُجُوهُهُمْ فَفِي رَحْمَةِ اللَّهِ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ
Û ewanê ku di wê royê da rûyê wan sipî bûye, îdî ewan di dilovanîya Yezdan da nin. Ewan di wê dilovanîyê da jî hey dimînin

Choose other languages: