Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #66 Translated in Kurdish

أَلَا إِنَّ أَوْلِيَاءَ اللَّهِ لَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ
(Hûn bizanin) û hişyar bin! Bi rastî li ser wanê ku Yezdan serkarê wan e, tu tirsa (şapatdan) û murûzaya (ji kêm xelat kirinê) tune ye
الَّذِينَ آمَنُوا وَكَانُوا يَتَّقُونَ
Ewanê (ku Yezdan serkarîya wan kirîye) hene! Ewanan (bi Yezdan) bawer kirine û (ewan xuda) parisî jî dikiribûne
لَهُمُ الْبُشْرَىٰ فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا وَفِي الْآخِرَةِ ۚ لَا تَبْدِيلَ لِكَلِمَاتِ اللَّهِ ۚ ذَٰلِكَ هُوَ الْفَوْزُ الْعَظِيمُ
Ji bona wanê (bi van salixan, ku têne neskirin) di jîna cîhan û di (jîna) parada jî mizgînî hene. Qe tu guhurandin ji bona peymana Yezdan ra tune ye. Serfirazîya mezin hey eva bi xweber e
وَلَا يَحْزُنْكَ قَوْلُهُمْ ۘ إِنَّ الْعِزَّةَ لِلَّهِ جَمِيعًا ۚ هُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ
Bira gotinê (wanê, ku bawer ne kirine) te nedine murûzkirinê. Bi rastî servahatin hemûşk ji bona Yezdan ra ne. Ewa bihîstoke pir zana ye
أَلَا إِنَّ لِلَّهِ مَنْ فِي السَّمَاوَاتِ وَمَنْ فِي الْأَرْضِ ۗ وَمَا يَتَّبِعُ الَّذِينَ يَدْعُونَ مِنْ دُونِ اللَّهِ شُرَكَاءَ ۚ إِنْ يَتَّبِعُونَ إِلَّا الظَّنَّ وَإِنْ هُمْ إِلَّا يَخْرُصُونَ
Hûn (bi zanîn) hişyarbin! Bi rastî di ezman û di zemîn da çi hene (hemûşk) ji bona Yezdan ra nin. Ewanê ku (dest ji Yezdan ber didin) di binê peyrewê wan tiştên, ku ji pêştirê Yezdan in, hene! Ewanan bi rastî hey di binê peyrewê gomanan û ewan bi rastî hey sêwrne bi vir dikin

Choose other languages: