Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #69 Translated in Kurdish

وَلَا يَحْزُنْكَ قَوْلُهُمْ ۘ إِنَّ الْعِزَّةَ لِلَّهِ جَمِيعًا ۚ هُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ
Bira gotinê (wanê, ku bawer ne kirine) te nedine murûzkirinê. Bi rastî servahatin hemûşk ji bona Yezdan ra ne. Ewa bihîstoke pir zana ye
أَلَا إِنَّ لِلَّهِ مَنْ فِي السَّمَاوَاتِ وَمَنْ فِي الْأَرْضِ ۗ وَمَا يَتَّبِعُ الَّذِينَ يَدْعُونَ مِنْ دُونِ اللَّهِ شُرَكَاءَ ۚ إِنْ يَتَّبِعُونَ إِلَّا الظَّنَّ وَإِنْ هُمْ إِلَّا يَخْرُصُونَ
Hûn (bi zanîn) hişyarbin! Bi rastî di ezman û di zemîn da çi hene (hemûşk) ji bona Yezdan ra nin. Ewanê ku (dest ji Yezdan ber didin) di binê peyrewê wan tiştên, ku ji pêştirê Yezdan in, hene! Ewanan bi rastî hey di binê peyrewê gomanan û ewan bi rastî hey sêwrne bi vir dikin
هُوَ الَّذِي جَعَلَ لَكُمُ اللَّيْلَ لِتَسْكُنُوا فِيهِ وَالنَّهَارَ مُبْصِرًا ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِقَوْمٍ يَسْمَعُونَ
Ewê, ku ji bona we ra şev çê kirîye ji bona ku hûn di şevê da bihewin û ro jî bi rohnayî çê kirîye (ji bo ku hûn di royê da rojîyên (rizq) xwe pêk bînin) heye! Ewa Yezdan e. Ji bona komalê ku tiştan dibêhên, di van kirinan da berate hene
قَالُوا اتَّخَذَ اللَّهُ وَلَدًا ۗ سُبْحَانَهُ ۖ هُوَ الْغَنِيُّ ۖ لَهُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۚ إِنْ عِنْدَكُمْ مِنْ سُلْطَانٍ بِهَٰذَا ۚ أَتَقُولُونَ عَلَى اللَّهِ مَا لَا تَعْلَمُونَ
Ewan (filan aha) gotibûne: “Yezdan ji bona xwe ra zar girtine." (Wusa nîne) Yezdan (ji wan gotinan) paqij e, şixwa Yezdan ji hemû tiştan bê perwa ye; Çi tiştên di ezman û zemîn da hene! Hemûşk ji bona Yezdan ra ne. Li bal we (ji bona ku Yezdan ji xwe ra zar girtine) qe tu berate tune ye. Ka tişta, ku hûn pê nizanin, ça di mafê Yezdan da dibejin
قُلْ إِنَّ الَّذِينَ يَفْتَرُونَ عَلَى اللَّهِ الْكَذِبَ لَا يُفْلِحُونَ
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî ewanê, ku bi vir derewan li ser (navê Yezdan) dikin hene! Ewanan serfiraz nabin

Choose other languages: