Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #51 Translated in Kurdish

وَلِكُلِّ أُمَّةٍ رَسُولٌ ۖ فَإِذَا جَاءَ رَسُولُهُمْ قُضِيَ بَيْنَهُمْ بِالْقِسْطِ وَهُمْ لَا يُظْلَمُونَ
Ji bona her komekî ra pêxemberekî wî heye. Îdî gava pêxemberê wan hatîye bal wan (ewan bi gotina pêxemberê xwe ne kirine) di nîveka (wan û pêxemberê wan da bi dadvanî bûyer) pêk hatîye li wan bi xweber jî cewr nayê kirinê
وَيَقُولُونَ مَتَىٰ هَٰذَا الْوَعْدُ إِنْ كُنْتُمْ صَادِقِينَ
Ewan ji te dipirsin (aha dibêjin): “Heke hûn di doza xwe da rast in, ka danê (hatîye peymandanê ku wê şapatê di wî da ji bona me ra bê danê) kengê ye
قُلْ لَا أَمْلِكُ لِنَفْسِي ضَرًّا وَلَا نَفْعًا إِلَّا مَا شَاءَ اللَّهُ ۗ لِكُلِّ أُمَّةٍ أَجَلٌ ۚ إِذَا جَاءَ أَجَلُهُمْ فَلَا يَسْتَأْخِرُونَ سَاعَةً ۖ وَلَا يَسْتَقْدِمُونَ
Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ez ji bona xwe ra jî ji pêştirê wî tişta, ku Yezdan ji bona min ra va ye, qe nîkarim tu zîyan û karê bikim. Ji bona her komekî ra danê teşqele û (canstandina) wan heye. Gava ku ewa dana bê, îdî ewa dana demekî pêş û paş nakebe
قُلْ أَرَأَيْتُمْ إِنْ أَتَاكُمْ عَذَابُهُ بَيَاتًا أَوْ نَهَارًا مَاذَا يَسْتَعْجِلُ مِنْهُ الْمُجْرِمُونَ
Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ka bi min bidine diyarkirinê, heke şapata (Yez- dan) di şevê da (hûn raza bin) ya jî hûn di royê da (xebat bikin) bi we da were, hûnê ça bikin? Gelo ewan îdî (ku nikarin qe tu tiştî bikin, ka ji bona çi) leza hatina wî danî dikin
أَثُمَّ إِذَا مَا وَقَعَ آمَنْتُمْ بِهِ ۚ آلْآنَ وَقَدْ كُنْتُمْ بِهِ تَسْتَعْجِلُونَ
Qey ji piştî, ku gava şapat hat hûnê paşê bi wî (Yezdan) ê bawer bikin? (Ji wan ra aha tê gotinê): “Hûn di naha da bawer dikin? We bi xweber jî (hêj di berê da) leza hatina wê (şapatê) dikir? (Ka ewa xwastina we çabû)?”

Choose other languages: