Quran Apps in many lanuages:

Surah Muhammad Ayahs #8 Translated in Kurdish

فَإِذَا لَقِيتُمُ الَّذِينَ كَفَرُوا فَضَرْبَ الرِّقَابِ حَتَّىٰ إِذَا أَثْخَنْتُمُوهُمْ فَشُدُّوا الْوَثَاقَ فَإِمَّا مَنًّا بَعْدُ وَإِمَّا فِدَاءً حَتَّىٰ تَضَعَ الْحَرْبُ أَوْزَارَهَا ۚ ذَٰلِكَ وَلَوْ يَشَاءُ اللَّهُ لَانْتَصَرَ مِنْهُمْ وَلَٰكِنْ لِيَبْلُوَ بَعْضَكُمْ بِبَعْضٍ ۗ وَالَّذِينَ قُتِلُوا فِي سَبِيلِ اللَّهِ فَلَنْ يُضِلَّ أَعْمَالَهُمْ
Vêca gava hûn (di cengê de) rastî ên kafir bûne hatin êdî hûn li sitûyê wan din (wan bikujin); heya gava we zora wan bir (wana bi pirranî kuþt û dîl girt) êdî hûn girêkan biþidînin (ku ji destê we nefilitin) heya gava cengê çekên xwe danî (hûn bi ser ketin û ew zebûn bûn) êdî piþtre ya bi qencîtî yan jî bi girtina bergîdanekî (hûn dîlan berdin. Kar) evê han e. Eger Xuda bixwesta wê bi xwe heyf ji wan hilanîna. Lê belê (wuha nake) ji bo ku hina ji we bi hina sihêtî bike. Ewên ku di rêya Xuda de hatine kuþtin, êdî (Xuda) kirinên wan hinda nake
سَيَهْدِيهِمْ وَيُصْلِحُ بَالَهُمْ
Wê (Xuda) wan rêberî bike û rewþa wan xweþ bike
وَيُدْخِلُهُمُ الْجَنَّةَ عَرَّفَهَا لَهُمْ
Û wê wan têxe bihiþta ku ji wan re salix daye-xweþ kiriye
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِنْ تَنْصُرُوا اللَّهَ يَنْصُرْكُمْ وَيُثَبِّتْ أَقْدَامَكُمْ
Gelî ên bawerî anîne! eger hûn yariya Xuda bikin wê ew jî yariya we bike û piyên we paydar bike
وَالَّذِينَ كَفَرُوا فَتَعْسًا لَهُمْ وَأَضَلَّ أَعْمَالَهُمْ
Ewên kafir bûne jî êdî þemitandin-sernûgînî ji wan re be û (Xuda) kirinên wan jî pûç û beredayî derxistiye

Choose other languages: