Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #11 Translated in Kurdish

وَهُوَ الَّذِي خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ فِي سِتَّةِ أَيَّامٍ وَكَانَ عَرْشُهُ عَلَى الْمَاءِ لِيَبْلُوَكُمْ أَيُّكُمْ أَحْسَنُ عَمَلًا ۗ وَلَئِنْ قُلْتَ إِنَّكُمْ مَبْعُوثُونَ مِنْ بَعْدِ الْمَوْتِ لَيَقُولَنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا إِنْ هَٰذَا إِلَّا سِحْرٌ مُبِينٌ
Ewê, ku ezman û zemîn di şeş (êwirêndanî da) afirandîye heye! Ewa Yezdan e (gava Yezdan, evan diafirandin) hêj hêza wî yê arşî (mana) li ser avê bû (Yezdan eva gerdûna bi vî awayî afirandîye) ji bo ku, we biceribîne; ka kîjanê ji we kiryarên qenc dike. (Ji piştî van beratan jî) heke tu (ji wan ra aha) bêjî: "Bi sond! Hûnê ji piştî mirinê (rabin ji bona xelat û celatdanê) bi civandin bêne şandinê". Wê ewanê fiLê (aha ji bona te ra) bêjin: "Evan (gotin û şîretan ji pêştirê ançeke huzwartî, qe tu tişt nînin.”)
وَلَئِنْ أَخَّرْنَا عَنْهُمُ الْعَذَابَ إِلَىٰ أُمَّةٍ مَعْدُودَةٍ لَيَقُولُنَّ مَا يَحْبِسُهُ ۗ أَلَا يَوْمَ يَأْتِيهِمْ لَيْسَ مَصْرُوفًا عَنْهُمْ وَحَاقَ بِهِمْ مَا كَانُوا بِهِ يَسْتَهْزِئُونَ
Û heke em şapatê heya danekî hijmarî ji wan bidine para da (ewan bûne fiLê hene! Wê aha) bêjin: "Ka, ewa şapata (ji me ra dihat) çi hatina wê daye para da?" Hûn hişyar bin! Di roya, ku şapat ji wan ra were, ewan nikarin ewê şapatê ji xwe bidine para da. Ewa şapata ku ewan bi hatina wê tinaz dikirin (haya wan qe tune ye) ewan hildane nava xwe da jî
وَلَئِنْ أَذَقْنَا الْإِنْسَانَ مِنَّا رَحْمَةً ثُمَّ نَزَعْنَاهَا مِنْهُ إِنَّهُ لَيَئُوسٌ كَفُورٌ
Û heke em ji bal xwe da bi meriva dilovanîyekî ji xwe bidine tam kirin (ewa bi wê şa dibin) paşê heke em ewe dilovanîyê ji wî rakin derxin, ewa (meriva ji dilovanîya me) bi murûzî bê hêvî dibe. Bi rastî (ewa qencîyên me yên berê, ku me bi wî kirine) bîrva dike
وَلَئِنْ أَذَقْنَاهُ نَعْمَاءَ بَعْدَ ضَرَّاءَ مَسَّتْهُ لَيَقُولَنَّ ذَهَبَ السَّيِّئَاتُ عَنِّي ۚ إِنَّهُ لَفَرِحٌ فَخُورٌ
Û heke em ji piştî wan kul û derdên bi meriva girtine; qenc û xweşîyek bidine tamkirinê, ewa (aha) dibêje: "Bi rastî îdî sikatî nexweşî ji min çûye.” (Ewan tengaîyên hêj berê da bi wî da hatine, bîrva dike). Bi rastî ewa (meriv) dilşa û qure ye
إِلَّا الَّذِينَ صَبَرُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ أُولَٰئِكَ لَهُمْ مَغْفِرَةٌ وَأَجْرٌ كَبِيرٌ
Ji pêştirê wan merivên, (li ser wan herduk temtêlan da jî) hew kirine û karê aştî kirine. Ji bona van merivên (bi van salixên qenc hatine salixkirinê) baxişandin û kiryeke mezin heye

Choose other languages: