Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #13 Translated in Kurdish

وَلَئِنْ أَذَقْنَا الْإِنْسَانَ مِنَّا رَحْمَةً ثُمَّ نَزَعْنَاهَا مِنْهُ إِنَّهُ لَيَئُوسٌ كَفُورٌ
Û heke em ji bal xwe da bi meriva dilovanîyekî ji xwe bidine tam kirin (ewa bi wê şa dibin) paşê heke em ewe dilovanîyê ji wî rakin derxin, ewa (meriva ji dilovanîya me) bi murûzî bê hêvî dibe. Bi rastî (ewa qencîyên me yên berê, ku me bi wî kirine) bîrva dike
وَلَئِنْ أَذَقْنَاهُ نَعْمَاءَ بَعْدَ ضَرَّاءَ مَسَّتْهُ لَيَقُولَنَّ ذَهَبَ السَّيِّئَاتُ عَنِّي ۚ إِنَّهُ لَفَرِحٌ فَخُورٌ
Û heke em ji piştî wan kul û derdên bi meriva girtine; qenc û xweşîyek bidine tamkirinê, ewa (aha) dibêje: "Bi rastî îdî sikatî nexweşî ji min çûye.” (Ewan tengaîyên hêj berê da bi wî da hatine, bîrva dike). Bi rastî ewa (meriv) dilşa û qure ye
إِلَّا الَّذِينَ صَبَرُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ أُولَٰئِكَ لَهُمْ مَغْفِرَةٌ وَأَجْرٌ كَبِيرٌ
Ji pêştirê wan merivên, (li ser wan herduk temtêlan da jî) hew kirine û karê aştî kirine. Ji bona van merivên (bi van salixên qenc hatine salixkirinê) baxişandin û kiryeke mezin heye
فَلَعَلَّكَ تَارِكٌ بَعْضَ مَا يُوحَىٰ إِلَيْكَ وَضَائِقٌ بِهِ صَدْرُكَ أَنْ يَقُولُوا لَوْلَا أُنْزِلَ عَلَيْهِ كَنْزٌ أَوْ جَاءَ مَعَهُ مَلَكٌ ۚ إِنَّمَا أَنْتَ نَذِيرٌ ۚ وَاللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ وَكِيلٌ
Ji ber, ku ewan (aha) dibêjin: "Gotî li ser wî da (pêxember), xezîne bihatina hînartinê, ya jî bi wî ra firişte hatibûnan (ku me bi wî bawer bikira)? Îdî ji bona van gotinan wusa singê te teng dibe, nezîk dibe, ku tu hinekî ji wan biryarên li bal te da hatine hinartinê ji (merivan ra nebêjî) dest ji wan berdî. (Muhemmed! Hişyar be) tu hey hişyarvan û gotîkarî. Yezdan li ser hemûşk tiştan serkar e
أَمْ يَقُولُونَ افْتَرَاهُ ۖ قُلْ فَأْتُوا بِعَشْرِ سُوَرٍ مِثْلِهِ مُفْتَرَيَاتٍ وَادْعُوا مَنِ اسْتَطَعْتُمْ مِنْ دُونِ اللَّهِ إِنْ كُنْتُمْ صَادِقِينَ
Qey ewan (aha) dibêjin: "(Muhemmed eva Qur’ana li bal xwe da) aloze kirîye (ku tu jî ji wan bihêrs dibî?" Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke hûn di doza xwe da rast in, ji pêştirê Yezdan hêza we digihêje çi, hûn gazî wan jî bikin, hûn jî deh ferkerên wekî (we Qur’anê) aloze bikin, bînin

Choose other languages: