Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #77 Translated in Kurdish

قَالُوا أَتَعْجَبِينَ مِنْ أَمْرِ اللَّهِ ۖ رَحْمَتُ اللَّهِ وَبَرَكَاتُهُ عَلَيْكُمْ أَهْلَ الْبَيْتِ ۚ إِنَّهُ حَمِيدٌ مَجِيدٌ
Ewan (firiştên saî ji bona wê jinikê ra aha) gotine: "Malîyên (Îbrahîm!) dilovanî û pîrozaya Yezdan li ser we ye, bi vî ra jî hêj hûn ji fermana Yezdan sodret dimînin? Bi rastî ewa pesinvanê comerd e
فَلَمَّا ذَهَبَ عَنْ إِبْرَاهِيمَ الرَّوْعُ وَجَاءَتْهُ الْبُشْرَىٰ يُجَادِلُنَا فِي قَوْمِ لُوطٍ
Îdî gava ji (Îbrahîm tirs çûye û mizgînîya (zaran ji Îbrahîm ra) hatîye (ji bona, ku şapatê li ser komalê Lût rake, bi saîyên) me ra tekoşîn kirîye
إِنَّ إِبْرَاهِيمَ لَحَلِيمٌ أَوَّاهٌ مُنِيبٌ
Bi rastî Îbrahîm yekî xûy nermê, pir lavakarê xwe hisparê (Yezdan e)
يَا إِبْرَاهِيمُ أَعْرِضْ عَنْ هَٰذَا ۖ إِنَّهُ قَدْ جَاءَ أَمْرُ رَبِّكَ ۖ وَإِنَّهُمْ آتِيهِمْ عَذَابٌ غَيْرُ مَرْدُودٍ
(Saîyan ji bona Îbrahîm ra aha) gotine: "Îbrahîm! Tu dest ji vê tekoşînê berde. Bi sond! Fermana Xudayê te (bi şapatdana) wan hatîye û bi rastî ewa şapata, ku para dayîna wê qe çê nabe, wê ji wan ra were
وَلَمَّا جَاءَتْ رُسُلُنَا لُوطًا سِيءَ بِهِمْ وَضَاقَ بِهِمْ ذَرْعًا وَقَالَ هَٰذَا يَوْمٌ عَصِيبٌ
Û di gava (firiştên) meyên saî hatine bal Lût, Lût (bi hatina wan) bi kovanî mat maye û (tirsîya ye) ku komalê wî (ewan saîyan jî) bihetikînin. (Lût bi xweber ji xwe ra aha) gotîye: "Eva royeke dijwar e

Choose other languages: