Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #55 Translated in Kurdish

يَا قَوْمِ لَا أَسْأَلُكُمْ عَلَيْهِ أَجْرًا ۖ إِنْ أَجْرِيَ إِلَّا عَلَى الَّذِي فَطَرَنِي ۚ أَفَلَا تَعْقِلُونَ
Gelê min! Ez ji bona van (şîretên xwe) qe tu kirê ji we naxwezim. Bi rastî ewê ku ez afirandime heye! Kirya min hey li ser wî ye. Îdî qe hûn hiş hilnadin
وَيَا قَوْمِ اسْتَغْفِرُوا رَبَّكُمْ ثُمَّ تُوبُوا إِلَيْهِ يُرْسِلِ السَّمَاءَ عَلَيْكُمْ مِدْرَارًا وَيَزِدْكُمْ قُوَّةً إِلَىٰ قُوَّتِكُمْ وَلَا تَتَوَلَّوْا مُجْرِمِينَ
Û gelê min! Hûn ji Xudayê xwe baxişandina xwe (ji gonehan) bixwezin û paşê hûn li bal Yezdan da bifetilin, ji bo ku ewa ji ezmanan li ser we da baranê bibarîne û ji bona, ku ewa bi hêzî, hêza we pir bike (çandinîyê we pîroz bike) û hûn bi nûsîtemî para da (ji bawerîya xwe) nefetilin
قَالُوا يَا هُودُ مَا جِئْتَنَا بِبَيِّنَةٍ وَمَا نَحْنُ بِتَارِكِي آلِهَتِنَا عَنْ قَوْلِكَ وَمَا نَحْنُ لَكَ بِمُؤْمِنِينَ
Ewî (komalê Hûd, ji bona Hûd ra aha) gotine: "Hûd! Te ji bona me ra tu beratên xûyayî ne anîye (heya ku em jî bi te bawer bikin). Em ji bona gotinê te dest ji xudayên xwe bernadin û em bi te jî bawer nakin
إِنْ نَقُولُ إِلَّا اعْتَرَاكَ بَعْضُ آلِهَتِنَا بِسُوءٍ ۗ قَالَ إِنِّي أُشْهِدُ اللَّهَ وَاشْهَدُوا أَنِّي بَرِيءٌ مِمَّا تُشْرِكُونَ
Em hey (ji bona te ra aha) dihêjin: "Ji ber ku te (dijmînîya hinek xudayên me kirîye) ewan xudayên me xenîme te bûne (tu tepa xistine, îdî tu evan tiştan ji ber xwe dibêjî." Hûd di bersiva wan da aha) gotîye: "Bi rastî ez Yezdan dixime şahidê xwe û hûn jî şahid bin, ku bi rastî ez ji wan tiştên ku hûn ji bona Yezdan ra dixine hevrî bê goman im
مِنْ دُونِهِ ۖ فَكِيدُونِي جَمِيعًا ثُمَّ لَا تُنْظِرُونِ
“Ji pêştirê Yezdan, îdî hûn hemûşk jî ji bona min ra defikan bi xaxî daynin, paşê qe li min mêze nekin.”

Choose other languages: