Quran Apps in many lanuages:

Surah Ghafir Ayahs #61 Translated in Kurdish

لَخَلْقُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ أَكْبَرُ مِنْ خَلْقِ النَّاسِ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ
Sond be aferandina asîmana û zemîn ji aferandina mirovan meztir e, lê belê pirrî mirovan nizanin
وَمَا يَسْتَوِي الْأَعْمَىٰ وَالْبَصِيرُ وَالَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ وَلَا الْمُسِيءُ ۚ قَلِيلًا مَا تَتَذَكَّرُونَ
Ê kor û ê dibîne nabin yek; ên bawerî anîne û karên qenc kirine û ê xerab jî (nabin yek). Hûn çiqas hindik difikirin-þîret digrin
إِنَّ السَّاعَةَ لَآتِيَةٌ لَا رَيْبَ فِيهَا وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يُؤْمِنُونَ
Bêguman danê qiyametê hey tê ku tu dudilî tê de nîne, lê belê pirrî mirovan bawer nakin
وَقَالَ رَبُّكُمُ ادْعُونِي أَسْتَجِبْ لَكُمْ ۚ إِنَّ الَّذِينَ يَسْتَكْبِرُونَ عَنْ عِبَادَتِي سَيَدْخُلُونَ جَهَنَّمَ دَاخِرِينَ
Perwerdekarê we got ku: "Hûn gazî min bikin ezê bersiva we bidim. Bêguman ên ku ji hebandina min quretî dikin wê bi sitûxorî têkevin dojehê
اللَّهُ الَّذِي جَعَلَ لَكُمُ اللَّيْلَ لِتَسْكُنُوا فِيهِ وَالنَّهَارَ مُبْصِرًا ۚ إِنَّ اللَّهَ لَذُو فَضْلٍ عَلَى النَّاسِ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَشْكُرُونَ
Xuda ye ê ku þevê ji we re çêkiriye ji bo ku hûn tê de bihêminin û royê jî rohnî kiriye. Bêguman Xuda li ser mirovan xwey qencî ye lê belê pirrî mirovan sipas nakin

Choose other languages: